Bi deh hezaran li dijî tecridê di mîtînga Stenbolê de gihiştin hev 2019-02-03 13:58:55 STENBOL - Bi deh hezaran gelê Stenbolê, li dijî tecrîdê di mîtinga Stenbolmê ya "Em ji bo Ked, Aştî û Edaletê digêjin hev" de gihiştin hev. Stenboliyên gihiştin hev, beriya axaftinan li ber staran govendê digerinin.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser greva birçîbûnê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike, dîsa bi armanca piştgiriyê bide çalakiya Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 88 rojin di grevê de ye, li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîng pêk anî. Bi deh hezaran kes li qada mîtîngê gihiştin hev. Herikina qada mîtingê berdewam dike. Mîtîng dê bi rêzgirtin û axaftinan dest pê bike. Li qada mîtîngê Pankartên "Tecrîd dê tariyê biçirîne!" "Dê meşaleya Azadiyê geş bike!" "Gelên bi berxedanê diçin Şoreşê dê bi ser bikevin" vekirin.  Girseya ku qada mîtîngê dagirtirn, li qadê wêneyên siyasetmedarên kurd Leyla Guven ku 88 rojin di grevê de ye û Selehattîn Demîrtaş, Selma Irmak, Sebahat Tuncel, Çaglar Demîrel, Abdullah Zeydan ku girtî tên darizandin, rakirin. Girsê alên HDP'ê bilind kirin û qad neqişandin.