‘Cezakirina Kişanak û Tuncel, cezakirinia têkoşîna demokratik e' 2019-02-03 12:36:00   AMED - Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik, cezakirina siyasetmedarên kurd Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel rexne kir û wiha got: "Kesên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşîna demokratîk didin tên cezakirin. Dibe ku hevalên me di nava çar diwaran de hepis bikin. Lê nikarin wan ji hiş û aqilê me derxin."    Di 12'emîn anişîna doza Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel a li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran pêk hat de , dadgehê li Tûncel û Kişanak ceza birîn. Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" li Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê 14 sal û 3 meh; bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" jî li Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Sebahat Tuncelê jî 15 sal ceza birî. Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik, cezakirina siyasetmedarên kurd Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel nirxand. Alokmen, anî ziman ku di darizandinê de 2 siyasetmedar nekaribûn tev li danişînê bibin û nekarîbûn parastinê bikin û wiha got: "Dema biryar dan Tuncel di greva biçîbûnê de bû. Kişanak bi armanca raya giştî agahdar bike tev li danişînê bû."     BI VÎ CEZAYÎ PEYAM DIDIN   Alokmen, destnîşan kir ku bi taybetî beriya hilbijartinê ev ceza dan û xwestin bi vî cezayî peyamê bidin siyasetmedar û hevşaredaran û wiha axivî: "Beriya hilbijartina 31'ê Adarê xwestin peyamekê bidin siyasetmedarên kurd. Kişanak li Zindana Amedê bû şahidê hovîtiyê. Ji ber ku xwest ji gelê Kurd leborîn bê xwestin niha vê yekê dikin sedema sûc. Hêj 18-19 salî bû, di serdema darbeya 80'ê de 2 salên xwe li vê zindanê derbas kir. Ji ber li ber vê girtîgehê daxuyanî da wekî suc tê dîtin. Ev neheqiya herî mezin e. Li şûna dewlet lêborînê ji wê bixwaze niha wê ceza dike. Ev neheqiyek gelek mezin e. Cezayê li Kişanak û Tuncel hatiye birîn di heman demê de li jina kurd hatiye birîn. Li siyaseta kurd hatiye birîn. Dîsa li vîna kurd hatiye birîn. Di şexsê Kişanak û Tuncel de li têkoşîna demokratik a aştiyane ceza hatiye birîn. Me berê jî ev dît. Kesên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşîna demokratîk didin tên cezakirin. Dibe ku hevalên me di nava çar diwaran de hepis bikin. Lê nikarin wan ji hiş û aqilê me derxin."