ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2019'AN 2019-02-03 09:00:36   * Parêzer Asli Pasînlî, pêşnûmaya efûya îstismarê wekî "qanûnîkirina tecawuzê" wesifand û bilêv kir ku di bin banê zewacê de, divê îstismarkirina zarokan neyê rewakirin.    * Suleyman Salhan, bavê Sînan Salhan ku di Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê de di greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ye, diyar kir ku girtî mafdar in û divê di serî de CPT û bi giştî hemû derdorên navdewletî yên xwedî wijdan tev bigerin.    * Yek ji navçeyên ku partiyên kurd ji bo wê îtifaq çêkirin jî navçeya Şaxê ye. Namzetên hevşaredariyê yên HDP'ê Esra Babûr û Mûrat Bozdemîr, diyar kirin ku ev yek ji dema Ehmedê Xanî heta niha bêrî û hesreta gelê kurd e.    * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Mêrsînê, hevdîtinên xwe yên bi 8 girtiyên di greva birçîbûnê de kirin rapor. Di raporê de hat diyarkirin ku mafê tenduristiyê, mafê telefon, sohbet û kursan tê binpêkirin û îdareya girtîgehê ji bo girtî dev ji greva birçîbûnê berdin, dixwaze girtiyan qane bike.    * Nîzamettîn Yener ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê kurê wî di greva birçîbûnê de ye bang li gelê kurd kir ku piştgiriyê bidin çalakiyê û got: "Eger deng ji me dernekeve, wê zilm û zordarî zêdetir bibe."    * Li gundê Bûgdayli yê Silopiyayê, ocaxa tenduristiyê ya çêkirina wê nehat temamkirin, niha wekî axur tê bikaranîn. Rayedarên Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeyê, diyar kirin ku ji ber tahsîsat nehatiye kirin, ocax nehatiye temamkirin.    *  Namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya EHP'î Ozge Akman, diyar kir ku dibe Billboardên wan li qadan tune be, lê hemû qad yên wan in û we dê bibin dengê jinan.    * Rêxistina DBP'ê ya Amedê dê 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bîne. (10.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser greva birçîbûnê dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bi tevlêbûna Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî mîtîngê pêk bîne. (13.00)   * Rêxistina HDP'e ya Êlihê dê li navçeya navendî ya HDP'ê têkildarî çalakiyên greva biçîbûnê û tecrîdê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.30)   * Parlamenterên HDP'ê dê nobeta xwe ya ji bo piştgiriya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li avahiya KCD'ê di roja çaran de berdewam bikin. Îro dê koma çaran dewir bigire (10.00)    * Li dijî tecrîdê û bi armanca piştgiriya çalakgerên di greva birçîbûnê dê li gelek taxan çalakiyên deng bên lidarxistin (20.00)