Girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek nayê dermankirin 2019-02-02 17:09:30 ENQERE – Însiyatîfa Azadiyê ya Girtiyên Nexweş diyar kir ku girtiya nexweşîna astimê Rihan Kavak Ozbek a li Girtîgeha Sîncanê ji ber maşîneya rîngê lê ferz kirin e nehatiye dermankirin û nexweşîna wê giran dibe.  Însiyatîfa Azadiyê ya Girtiyên Nexweş  bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafan a li girtîgehan di hefteya 231’emîn de li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê çalakî li dar xist û daxuyanî da. Rêvebera Navenda Giştî ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiya nexweşîna astimê Rihan Kavak Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne.    REWŞA OZBEK GIRAN DIBE    Çevîrmen bi bîr xist ku Rihan Kavak Ozbek a nexweş 3 sal in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin bi boneya maşîneya rîngê ya yek kesî qebûl nekiriye nebirine nexweşxaneyê û ji ber rîngê qebûl nekiriye jî sûc hatiye dîtin. Çevîrmen anî ziman ku her ku diçe nexweşîna Ozbek giran dibe û li pêş dikeve. Çevîrmen bang kir ku dermankirina Ozbek bêyî ferzkirina pêkanînan bê kirin. Çevîrmen got divê lêpirsînên dîsîplînê bên bidawîkirin.