Koçyîgît: Di sala 'Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan' de 62 zarok di kar de mirin 2019-02-02 10:45:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulustan Kiliç Koçyîgît, bi armanca lêkolîna rewşa zarokên karker, pêşniyarname da meclîsê û xwestin rewşa zarokên karker lekolîn bikin û hekûmet berpirsiyariya xwe pêk bîne. Koçyîgît, da zanîn ku di 10 mehên sala 2018'an de herî kêm 62 zarok di kar de mirin.    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulustan Kiliç Koçyigit, têkildarî rewşa zarokên kar dikin pêşniyarname da meclîsê. Koçyîgit, diyar kir ku Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê di navbera salên 2017- 2023'an de bernameya “Bernameya Neteweyî ya Têkoşîna bi Karkeriya Zarokan re" derxist sala 2018'an wekî sala “Sala Têkoşîna Bi Karkeriya Zarokan re" îlan kir. Koçyîgît, da zanîn ku ligel vê yekê di 10 mehên ewil ên sala 2018'an de 62 zarok di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Tirkiye der barê hêjmara karkerên zarok û zarokên di kar de jiyana xwe ji dest didin îstatistikên rojane parve nake. Her çend W_ezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê bêje bi karkeriya Zarokan re tedikoşin jî her roj em agahiyên zarokên jiyana xwe ji dest didin dibihîzin. Herî dawî Berivan Karakeçilî ya 13 salî li Antalya di nava zeviyê de jiyana xwe ji dest da. Berivan, li gel malbata xwe ji bo karê demsalî ji Rihayê koçî Antalya kir. Li vir dest bi komkirina porteqalan kir Berivan Karakeçili li Kumluca ya Antalya di 24'ê çile de li gel şertên hewaya xerab dîsa di nava zeviyan de hat xebitandin. Ji ber balîsokê tac ji ser banî firiya û li serê Berivan Karakeçili ket û jiyana xwe ji dest da. Berîvan ji Navçeya Wêranxar xwendekara pola 8'emîn bû û ji malbatek xizan bû. Ji ber xizaniyê dibistana xwe nêvî hişt û çû kar.  Li gorî rapora Meclîsa ÎSÎG'ê ji 2013'an heta 2018'AN, 319  cînayetên kar ên zarokan pêk hatin. Ji van cînayetên kar jê 168 zarok di karê zevî û daristanê de jiyana xwe ji dest dan. Ji sedî 53 cînayetên kar ên zevîyan in.  Tirkiye di nava 35 welatên OECD'ê de di rêza 34'an de ye. Li Tirkiye temenê zarokên ku karê giran dikin daketiye bin 10 salî. Ji bo bi her awayî rewşa zarokan bê lêkolînkirin û saziyên cemaweriyê berpirsiyariyê bidin ser xwe mafê zarokan û keda zarokan bê parastin rêxistinên sivîl nerîn û pêşniyarên xwe bikin divê zagon ji nûve bên rastkirin û ji bo tedbîr ben girtin divê meclîs lêkolînê bike."