Derûnînas Şenol: Bersûcê tecawizê dê raste rast ji zagonê sûdê bigirin 2019-02-02 10:08:40 ÎZMÎR - Derûnînas Zekîye Şenol, bal kişand ser zagona der barê îstîsmarê de got: "Ev zagon pêşniyar dike ku ger mexdûr bi îstîsmarkar re zewicî, an dê sûc bê taloqkirin, an jî dê ceza nayê aşkerekirin. Bi vê zagonê Sucdarê tecawizê dê raste rast sûdê ji zagonê bigire. Divê di serî de jin, hemû beşên muxalif ên civakê li dijî vê pêşnûnayê dengê xwe bilind bikin."  Pêşnûmeya der barê îstîsmarê ku armanc dike sûcdarê tecawizê bi mexdûr re bizewicîne ango sûc taloq bike, di sala 2016'an de rastî bertekên zêde hatibû, paşve kişandibûn. Hikûmeta AKP'ê pêşnûma ku 3 sal berê rastî bertekan hat û paşve kişandibûn  dîsa anîn rojevê. Bi vê pêşnûmayê armanc dikin ku kesên mexdûrên tecawizê bi tacîz û tecawizkaran re bizewicînin û sûcê der barê wan de taloq bikin. Pêşnûma ku di nava cemaweriyê de wekiî “Efoya zewacê" tê pênasekirin, tê armanckirin ku di meclîsê re derbas bikin û bikin zagon. Seroka Komeleya Şopandina ji bo Mafên Wekhev ku demek dirêj di Wezareta Xizmetên Civakî û Xebatên Malbatî de xizmetên derûniyê dan Derûnînas Zekiye Şenol, li ser mijarê ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Şenol, anî ziman ku hem di bernameya hikûmetê de û hem jî di bernameya muxalif de der barê parastina zarokên di temenê biçûk  de tên zewicandin, tu amadekarî tune ye. Şenol, anî ziman ku kesên ji vê efoyê sûde bigirin ew kesên sûc kirine dê bêyî riza zarokên mextûr ê di bin 15 salî re bên zewicandin. Yên tecawiz kirine dê ji vê zagonê sûdê bigirin. Em vê zewacê wekî tecawizê pênase dikin. Her dem mexdûriyeta mêr tê ziman. Lê mexdûriyeta jinê nayê ziman. Mexdûriyeta jina zarok paşguh dikin û li ber çavan nayê girtin."    Şenol, anî ziman ku divê berî her tiştî pirsa "Çima zarok mexdûr bûne?" bê pirsîn. Em dipirsin mafê zarokek 13 salî ya dengê xwe bikar bîne heye? Yan jî zarokek 15 salî ku dikarekî gran de dixebite dikare wekî kesek mezin heqê keda xwe bistîne? Na nikare. Nikare der barê pêşeroja xwe de dengê xwe bide û nikare heqê keda xwe bistîne. Ger ku wisa be ev zarok dê çawa karibe bizewice û berpirsiyariya malê bide ser xwe. Ev îhlala mafê zarokan e. Bi vê pêkaninê pêşketina zarokan asteng dikin û bêtir mexdûr dikin. Zarokek ku di 14 salî de bê zewicandin û di 15 salî de bibe dayik, nikare pêşeroja xwe diyar bike. Em dipirsin der barê jiyanê û jiyana xwe de çiqas tişt dizane? Ev raste rast îhlala mafê zarokan e. Koletiyê pêş dixin. Di tu bawerî û çandan de cihê vê yekê tune ye. Em bi vê zewazê li zarokan nexwendin û hepskirina malê ango koletiyê ferz dikin."     ‘TIRKIYE DI ÎSTÎSMARÊ DE DI RÊZA 10'AN DE YE   Şenol, destnîşan kir ku li gorî zagonan li Tirkiye sînorê zarokbûnê 18 û li hin welatên Ewropa sînorê zarokbûnê 21 salî ye û wiha got: "Li Tirkiye bûyerên tacîz û tecawiza zarokan di rêza 10’emîn a cîhanê de cih digire. Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropa (YE) di vê meseleyê de rexneyên cîddî li Tirkiye hene. Zewaca zarokan wekî îstîsmara zayendî û tecawizê pênase dikin. Li gorî zagonê temenê rizaya zewacê 15 diyar dikin. Lê niha dixwazin vî temenî daxin 12 salî. Dixwazin temenê riza zewacê taxin temenekî biçûktir. Yanî dixwazin bi vî rengî ji îstîsmarê derxin. Piştî zewacê êdî navê tecawiza zarok bi dawî dikin. Di nava civakê de pênaseya ku tê qebûlkirin zewacê lê bar dikin. Navê vê yekê jî dikin zewac. Em temenê 15 salî jî wekî zewaca temenê zarokantiyê pênase dikin."    'DIVÊ HER KES LI DIJÎ VÊ YEKÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN'   Zekîye Şenol, bal kişand ser zagona der barê îstîsmarê de got: "Ev zagon pêşniyar dike ku ger mexdûr bi îstîsmarkar re zewicî, an dê sûc bê taloqkirin, an jî dê ceza nayê aşkerekirin. Bi vê zagonê Sucdarê tecawizê dê raste rast sûdê ji zagonê bigire. Divê di serî de jin, hemû beşên muxalif ên civakê li dijî vê pêşnûnayê dengê xwe bilind bikin. Ev zagon dê bi her awayî zarokan mexdûr bikin. Ez zagona şermê ye. Divê jin û hemû hêzên muxalif li dijî vê pêşnûmayê xwe bi rêxistin bikin. "    MA / Nîmet Olmez