‘Beriya mirinê, dawî li tecrîdê bînin' 2019-02-02 09:20:01 AMED - Hasan Kahraman, bavê Bariş Kahraman ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê 49 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku berî ku mirin rû bide divê demildest dawî li tecrîdê bê.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 87'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger didome. Yek ji van girtiyan jî li Girtîgeha Wanê Bariş Kahraman e ku ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye.    Apê Karaman, Hasan Kahraman diyar kir ku ew her hefte ji bo hevdîtinê diçe girtîgehê û got biraziyê wî gotiye: "Moralê min baş e. Ez ê dev ji çalakiyê bernedim. Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya min dewam bike."    ‘EM BIBIN DENGÊ WAN'    Kahraman, destnîşan kir ku divê demildest dawî li tecrîdkirina Ocalan bê û got: "Tecrîdkirina Ocalan ne rast e." Kahraman, bilêv kir ku divê hîn bêtir xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin û got: "Di salên 90'î de çawa gelê me daket kuçeyan û di warê pirsgirêka kurd de pêşveçûyîn çêbûn, divê niha jî dakeve kuçeyan û hîn bêtir dengê çalakgeran ragîne." Kahraman, bal kişand ser bêdengiya hikûmetê jî û diyar kir ku wê dawiya dawî ev tecrîd bê şikandin û got: "Em bi hezaran kes jî bimirin wê ev pirsgirêk çareser bibe. Lê berî mirin rû bidin divê demildest dawî li tecrîdê bê."