Tûran: Divê dawî li tecrîdê bê, ji bo jiyaneke azad gav bên avêtin 2019-02-02 09:19:08 AMED - Parlementerê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran, destnîşan kir ku divê demildest dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê û got: "Divê dawî li tecrîdê bê û ji bo civakeke azad û demokratîk demildest gav bên avêtin."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 87'an de ye. Her wiha li gelek girtîgehan jî bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya bi sedan girtiyî jî didome. Parlementerê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîdê.    Tûran, diyar kir ku tecrîd li dijî fikrên Ocalan ên ji bo pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn e. Tûran, bilêv kir ku tecrîd gaveke şer û êrîşên AKP-MHP'ê yên li hemberî gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ye. Tûran, bal kişand ser helwesta Ocalan a di dema pêvajoya çareseriyê de û destnîşan kir ku lê belê dewlet li hemberî vê helwest û helwdana Ocalan polîtîkayên cuda xistiye dewrê. Tûran, diyar kir ku tenê ne Ocalan, bi milyonan kes tên tecrîdkirin û got: "Li vê xakê, tecrîd ji ekolojiyê heta pirsgirêka jinê, ji pirsgirka çînî heta jiyana civakiyî tesîrê li her tiştî dike. Yanî şikandina tecrîdê, tê wateya gava ji bo jiyaneke demokratîk û azad."    ‘BILA ZANIBIN'    Tûran, destnîşan kir ku grevên birçîbûnê ji bo şikandina tecrîdê tên kirin. Tûran, diyar kir ku çalakiya ku bi Leyla Guvenê dest pê kir her diçe berbelavtir dibe û got: "Çalakiyên greva birçîbûnê, qîrîna kesên ku ji bo rawestandina vê pêvajoya xirab ji xeynî bedena wan tu tişt di dest wan de nemaye bi xwe ye. Ev qîrîna li girtîgehan û li derveyî welat, divê di raya giştî de jî bê bihîstin." Tûran, bal kişand ser rewşa tenduristiya çalakgeran jî û got: "Ên welat bi rê ve dibin bila baş zanibin ku pêvajo demildest ber bi xaleke bêveger ve diçe. Dibe di warê tenduristiyê de pirsgirêkên pir cidî rû bidin. Li vir, berpirsiyarên sereke ya kesên şert û mercên siyasî diafirînin. Tu Xwedê tecrîd çî ye. Em ji dewletê re dibêjin, bila dawî li tecrîdê bê."    ‘BERXWEDANEKE TOPYEKÛN'    Tûran, qedexekirina hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye û got: "Ev nêzîkatî, nêzîkatiya dewletê ye ku li dijî qanûnên xwe hilberandiye. Li gor qanûnên xwe tev nagere. Eger bixwaze bi rihetî dikare vê meseleyê çareser bike, lê belê nake. Îjar çi biqewime berpirsiyar ev îktîdar e. Teqez wê dîrok vê yekê qeyd bike. Bila ew jî baş hay jê hebin." Tûran, bilêv kir ku tecrîd konseptek e û got: "Çawa polîtîkayên wan ên li Rojhilata Navîn rûxiyan, wê ev siyaseta wan jî birûxe. Ne tu osmanîiyî yî, ne jî merc mercên berê ne. Li hemberî destkeftiyên gelê kurd bi awayekî tpyekûn êrîş hene. Wê ev êrîşên topyekûn, bi berxwedaneke topyekûn bên şikandin."    Tûran, diyar kir ku ew HDP ji bo daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bên bihîstin dixebitin û bang li yara giştî kir: "Li holê têkoşîna maf û hiqûqê heye. Li dijî zilmê serîrakirin heye. Têkoşîna ji bo demokrasî, wekhevî û mafên mirovan heye. Ref diyar û aşkere ne. Bang li herkesî dikim ku li nav refên demokrasiyê cih bigirin û ji bo şikandina tecrîdê bitêkoşin."    MA / Mehmet Şah Oruç – Ozgur Paksoy