'Daxwaza zarokên me daxwaza me ye jî' 2019-02-02 09:18:27 STENBOL - Abdulgafur Çeper, bavê Ramazan Çeper ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 49 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Zarokên me doza neheqî û nehiqûqiyê nakin. Doza mafên xwe dikin. Daxwaza zarokên me daxwaza me ye jî."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û 281 girtiyan ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dan destpêkirin didome. Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê Ramazan Çeper, Zerdeşt Odûncû û Adem Arslan 49 roj in di greva birçîbûnê de ne.    Abdulgafûr Çeper, bavê Ramazan Çeper, diyar kir ku wî di 25'ê Çileyê de bi telefonê bi kurê xwe re axiviye û gotiye morala wî baş e. Çeper got: "Lê ez dizanim, rewşa wan qet nebaş e. Çimkî 49 roj in di greva birçîbûnê de ne. Vîna wan heye û bi vê vîna xwe çalakiya xwe didomînin."    Bav Çeper, anî ziman ku kurê wî Ramazan di dema lîseyê de tevgera kurd nas kiriye û got: "Zilm li kurdan dihat kirin. Wê çaxê gund hatin şewitandin û rûxandin. Ev bûyer bandor li Razaman kirin û daxilî nav xebatn bû. Paşê hat girtin. Wî birin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê. 10 salan bi tena xwe di hucreyekê de ma."    ‘DAXWAZA ZAROKÊN ME AŞKERE YE'    Çeper, destnîşan kir ku girtî ji bo dawî li zext û zoriyên li ser civaka kurd bên û ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê ketine greva birçîbûnê û got: "A dikeve ser milê hikûmetê jî daxwaza wan pêk bîne. Lê bi qasî tê dîtin heta niha ne serokomar ne jî meclî ji bo vê tu gav neavêtine. Xwe li bêdengiyê datînin. Ev yek nîşaneya bêwijdaniya wan e. Ma qey çena merhametê û wijdan bi wan re tune ye. Ên bêwijdan û bêîman her xerabiyê dikin."    'DIVÊ GELÊ KURD BIBE XELEK'    Çeper, diyar kir ku divê îktîdar dev ji reqabeta siyasî berde û got: "Tim êrîşî mîtîng û civînên kurdan dikin. Bi awayekî dijwar êrîşî kurdên li Iraq û Sûriyeyê dikin. Divê di van rojên zor û zehmet de kurd hîn bêtir bibin xelek û bi hev re tev bigerin."    'DAXWAZA WAN DAXWAZA ME YE'    Bav Çeper, destnîşan kir ku daxwaza zarokên wan pir aşkere ye û got: "Ji bo siyaseteke demokratîk û ji bo jiyaneke mirovane divê dawî li tecrîda li Îmraliyê bê. Wekî din tu daxwazeke wan tune ye. Zarokên me doza neheqî û nehiqûqiyê nakin. Doza mafên xwe dikin. Daxwaza zarokên me daxwaza me ye jî."