ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2019'AN 2019-02-02 09:00:00 * Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê, ragihandin ku ji ber wan "jimariya li ser piya" qebûl nekiriye cezayê dîsîplînê tê birîn û dibe ku ji ber van cezayan înfaza wan bê taloqkirin.  * Abdulgafur Çeper, bavê Ramazan Çeper ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 49 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Zarokên me doza neheqî û nehiqûqiyê nakin. Doza mafên xwe dikin. Daxwaza zarokên me daxwaza me ye jî."    * Parlementerê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran, destnîşan kir ku divê demildest dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê û got: "Divê dawî li tecrîdê bê û ji bo civakeke azad û demokratîk demildest gav bên avêtin."    * Hasan Kahraman, bavê Bariş Kahraman ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê 49 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku berî ku mirin rû bide divê demildest dawî li tecrîdê bê.    * Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek ji bo mîtînga dê li Bakirkoyê bê lidarxistin bang li herkesî kir û got: "Wê rojê wê Qada Azadiyê ya Bakirkoyê gol be û wê 39 navçeyên li dora wê jî çem bin. Ew çem mecbûr e biherike wê golê, ew gol mecbûr e mezin bibe, ew gol mecbûr e di di ser re bavêje."    * Şêniyên gundê Eynqesrê ku 6 kîlometreyan dûrî navçeya Misircê ye, diyar kirin ku ji sala 1993'yan ve ji bo gundê wan tu xizmet nayê kirin û gotin: "Di sala 2019'an de miriv diçin hîvê, lê belê hîn jî li gundê me av tune ye."    * Di dosyeya Mûrat Daşkan de ku tê îdiakirin 3 sal berê li Edeneyê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, tu pêşveçûyîn tune ne. Parêzer Îlhan Ongor, diyar kir ku ji bo lêpirsîneke çalak wan serî li AYM'ê daye, lê belê serlêdana wan nehatiye bersivandin.    * Derûnînas Zekîye Şenol, bal kişand ser zagona der barê îstîsmarê de got: "Ev zagon pêşniyar dike ku ger mexdûr bi îstîsmarkar re zewicî, an dê sûc bê taloqkirin, an jî dê ceza nayê aşkerekirin. Bi vê zagonê Sucdarê tecawizê dê raste rast sûdê ji zagonê bigire. Divê di serî de jin, hemû beşên muxalif ên civakê li dijî vê pêşnûnayê dengê xwe bilind bikin."    * Xizmên windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê bi armanca winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê çalakiyên xwe yên hefteyî berdewam bikin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê yên Stenbolê bi armanca li aqûbeta windayan bipirsin û bixwazin kujer bên darizandin dê di hefteya 723'an de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 358'an de çalakiya "Rûniştina F" li qada Galatasarayê berdewam bike. (13.30)   * Rêxistina HDP'ê dê li gelek navçeyan endamên Hevşaredariyan bidin naskirin. (14.00)