15 sal ceza li Tûncel, 14 sal û 3 meh jî li Kişanakê hat birîn 2019-02-01 22:12:48   MELETÎ - Îro danişîna doza Sebahat Tûncel û Gultan Kişanakê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê a Meletiyê pêk hat. Bi îdiaya endamtiyê 11 sal û 3 meh û bi îdiaya propagandayê jî 3 sal ceza li Kişanakê û bi îdiaya endamtiyê 9 sal û 9 meh û bi îdiaya propagandayê jî 5 sal û 3 meh ceza li Tûncelê hat birîn.    Îro danişîna 12'an a doza Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel li Dadgeha Cezauê Giran a 1'ê pêk hat. Piştî Tûncel û Kişanak û parêzeran wan parêzî kirin, dadgehê biryara xwe daxuyand. Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 11 sal û 3 meh û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 3 sal ceza li Kişanakê; bi îdiaya "ndamtiya rêxistinê" 9 sal û 9 meh û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" jî 5 sal û 3 meh ceza li Tûncelê birî.