Çalakiyên ji bo piştgiriya greva birçîbûnê didomin 2019-02-01 21:56:55   AMED – Girseya parlementerên HDP'ê jî di nav de ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê, bi çekpik û tilîliyan çûn ber mala Guvenê.    Çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê, didomin. Girseya ku parlementerên HDP'ê Salîha Aydenîz, Mansûr Işik û Namzeta HDP'ê ya Şaredariya Yenîşehîrê Belgîn Dîken jî di nav de bi çepik û tilîliyan çûn ber mala Guvenê.    BARÎKATA POLÎSAN    Polîsan li ber mala Guvenê barîkat çêkirin. Leyla Guven jî di paceya malê de girse silav kir.    LI ÊLIHÊ JÎ MEŞIYAN   Parlementerên HDP'ê Feleknas Ûca û Ayşe Acar Başaran jî di nav de, girseyek ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven meşiyan. Di meşê de dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me ye" hat berzkirin. Her wiha di dema meşê de meşvan li pîspîskê jî xistin.