Dozger 18 sal ceza ji Gulser Yildirim re xwest 2019-02-01 14:23:17 MÊRDÎN – Bi hêceta axaftinên di navbera salên 2012’an û 2016’an de kiriye der barê Parlamentera HDP’ê ya berê Gulser Yildirim de 18 sal û 3 meh cezayê hepsê hat xwestin.  Danişîna 10’emîn a doza Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim ku bi hêceta axaftinên kiriye tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Yildirim bi boneya beşdariya bi rêya dîmen (SEGBÎS) red kir beşdarî danişînê nebû.    Parêzerên Yildirim amade bûn û danişîn bi tespîta nasnameyê dest pê kir.    18 SAL Û 3 MEH CEZA HAT XWESTIN    Dozger der barê dozê de mutala xwe eşkere kir û ji ber 7 fezlekeyan bi îdaya “Propaganda rêxistinê ya li pey hev kiriye” û “Gel tahrîkî dijminî û kînê kiriye” xwest ku Yildirim bê cezakirin. Dozger di sûcdariya “Pesindayîna sûc û sûcdar” de Yildirim berat kir. Dozger bi giştî 18 sal û 3 meh cezayê hepsê ji Yildirim re xwest.    KUZUR: NEBIN DADGERÊ DEWLETÊ, BIBIN DADGERÊN GEL    Piştî mutalayê parêzerê Yildirim, Erdal Kuzu parastina miwekîla xwe kir û got: “Heke vê axaftinê ne siyasetmederek ji HDP’ê bikira û ku siyasetmederek AKP’yî bikira dê we vî cezayî nedayê û dê ji xwe nehata darizandin. Cudakarî li vir tê kir. Nebin dadgerên dewletê û desthilatdariyê bibin dadgerên gel. Em dixwazin miwekîla me bê berdan û beratkirin.”   Heyeta dadgehê jî xwest Yildirim di danişînek din de li salona danişînê amade be û dozê taloqî 4’ê adarê kir.