‘Bêyî şehadet pêk werin em xwedî li wan derkevin’ 2019-02-01 11:17:06 AMED – Bavê Şahîn Oncu yê ji 16’ê kanûnê ve li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye Ahmet Oncu got: “Bêyî ku şehadet pêk werin divê em bêtir xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê derkevin.”  Çalkiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 86’emîn de didome. Bi heman daxwazê ji 16’ê kanûna 2018’an ve li girtîgehan jî girî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 48’emîn de ye.    'EZ HER HEFTE DIÇIM WANÊ’     Ji 5 kesên ji 16’ê kanûnê ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne yek jê Şahîn Oncu ye. Bavê Oncu, Ahmet Oncu têkildarî greva birçîbûnê axivî. Oncu bi bîr xist ku lawê wî di 2015’an de li Colemêrgê bi îdaya “Endamtiya rêxistinê” hatiye girtin û ew her hefte ji navçeya Qosera Mêrdînê diçe Wanê hevdîtina kurê xwe. Oncu diyar kir ku kurê wî Şahîn Oncu wiha jê re dibêje: “Heta tecrîd bi dawî bibe ez ê çalakiya xwe dewam bikim.”    ‘EM DI RÊYA WAN DE NE’    Oncu da zanîn ku ew çalakiya Guven û çalakgerên greva birçîbûnê silav dike û got: “Berxwedana wan berxwedana me ye. Daxwaza wan daxwaza me ye. Heta dawiyê em ê di rêya wan de bin.” Oncu anî ziman ku her roja ku diçe rewşa tenduristiya çalakgeran ber bi xeternakiyê ve diçe û got: “Divê tecrîdkirina Birêz Ocalan demildest bê rakirin. Rakirina tecrîdê hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê baş e. Bila ev zilm rabe. Bila bi hev re bûn hebe.”    ‘EW AZADIYÊ DIXWAZIN’    Oncu diyar kir ku daxwaza girtiyan rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan e û wiha dewam kir: “Vî mafî bidin. Tiştekî zor nîne. Em rakirina tecrîdê û azadiyê dixwazin wek din tiştek din naxwazin. Divê civak bi ruhê seferberiyê xwedî li çalakgeran derkeve. Heke îro vê zilmê li wan dikin dê sibê li derve li me jî bikin. Çalakger şer naxwazin tenê daxwaza wan rakirina tecrîdê ye û azadiye.”    ‘TIŞTEK BIBE BERPIRSYARÎ YA HIKUMETÊ YE’    Oncu bertek nîşanî bêdengiya hikumetê ya li dijî daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê da û got: “Li hundirû şehadetek pêk were berpirsê wê hikumet e. Çimkî zarokên me di destê wan de ne û di nav çar dîwaran de ne. Divê hikumet demildest bersivê bide daxwazê. Divê raya giştî hin bêtir xwedî li çalakgeran derkeve. Girtîgeh bûn degnê bêdengiya civakê. Lê mixabin em têr û tije xwedî li daxwaza wan dernakevin. Divê heta niha gel rabûya ser piya. Divê em bi şev û rojan li ser piya bin û bibin dengê wan. Bêyî ku şehadet pêk werin divê em bêtir xwedî li çalakgeran derkevin.”