KE, ji Tirkiye xwest tecrîdkirina Ocalan rakin 2019-01-25 08:55:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Ewropayê (KE), di raporê de li ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û rewşa Tirkiyeyê biryar da  û xwest tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakin.    Li Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropayê (MPKE) rapora têkildarî Tirkiyeyê erê kir. Di raporê de pêşniyar kirin ku di serî de Leyla Guven û hemû hilbijêrên girtî bên berdan. Di raporê de xalek têkildarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hat amadekirin. Li ser benda 11.1.6 a pêşnûmeyê ‘ Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê ya Konseya Ewropa, pêşniyarên têkildarî Abdullah Ocalan û girêdayî Girtîgeha Îmraliyê bê şopandin’ li ser hate zêdekirin.   CPT’ê rapora serdana xwe ya Nîsana 2016’an 20’ê Adara 2018’an ragihandibû. Di rapora piştî 2 salan a CPT’ê de bal hatibû kişandin ku Ocalan 5 sal bi parêzer û 18 meh bi malbata xwe re hevdîtin pêk neaniye. Di raporê de hatibû xuyakirin ku girtiyên din ên li gel Ocalan ên di heman girtîgehê de ne, têkiliyên wan ên bi cîhana derve û mafê telefonê jî hatine qûrtikirin, daxwaz hatibû kirin ku dawî li vê yekê bê. CPT’ê di rapora xwe ya berê salekê ragihandibû de diyarkiribû ku rewaş girtiyan ber bi başbûnê ve diçe lê mafê wan ên ragihandinê ji destan tên girtin. CPT’ê xwestibû ku divê mehê bi kêmanî du caran mafê Ocalan ê bi telefonê hebe û karibe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.    Rapora CPT’ê ya İmraliyê: Divê bi Öcalan re hevdîtin pêk were.  CPT’ê piştî serdana xwe ya Girava Îmraliyê ya di sala 2016’an de, rapora xwe eşkere kir.