Rojnameger Coşkun derket pêşberî dadger 2019-01-24 15:58:46   STENBOL - Rojnameger Canan Coşkun, ji ber li ser rojnameger Can Dundar û Erdem Gul, Nûçeya bi sernavê “Erdogan ferman da, rojnamegerî hat girtin" nivîsand, bi îdîaya "Heqaret li Serokomar kiriye" doz lê hat vekirin. Yekenîn danişîna Coşkûn hat dîtin.    1'emîn danişîna doza Nûçegîhana Rojnameya Cumhuriyetê ya berê Rojnameger Canan Coşkun ku bi îdîaya "Heqaret li Serokomar kiriye" doz lê hat vekirin, li 40'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê hat ditin. Coşkun û parêzerê wê Abbas Yalçin li salonê amade bûn. Prz. Yalçın, diyar kir ku Coşkun nûçe çê kiriye û piştî di înternetê de hat weşandin ne berpirsiyarê  nûçeyê ye. Prz, xwest doz betal bibe û beraet xwest. Heyetê jî bi armanca daxwaza parêzer binirxîne doz  taloqî 20'ê Hezîranê kir.