Rêxistinên maf ji bo Guven bang kirin: Daxwazan qebûl bikin 2019-01-24 15:09:32 AMED – 5 saziyên mafên mirova yên Amedê diyar kirin ku çalakiya Leyla Guven mafdar e û di çarçoveya hiqûqa mirovî de ye û xwestin daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin.  Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Amedê, Baroya Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê, Odeya Tabîban a Amedê û Komeleya Însiyatîfa Maf a Amedê bi boneya balê bikişînin ser rewşa greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li avahiya ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin.    Daxuyaniya hevpar Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytun xwend. Zeytun bi bîr xist ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe Leyla Guven û girtiyan dest bi grevên birçîbûnê kirin e û di pêvajoya vê çalakiyê de Guven beyan kiriye ku dê tu tedawiyê qebûl neke.    ‘BINPÊKIRINA MAFAN DIKEVE ROJEVÊ’    Zeytun da zanîn ku li girtîgehên cuda zêdeyî 250 girtiyên din jî bi daxwaza Leyla Guven di greva birçîbûnê de ne û got: “Li hin hepsan gelek girtî pirsgirêkên tenduristiyê dijîn. Ji ber gerva birçîbûnê li hin girtîgehan rêveberiyên girtîgehan pêkanînên wek cezakirinê jî li girtiyan dibire. Bi çalakiyan re binpêkirina mafan jî dikeve rojevê.”    ‘NEXWEŞÎN GIRAN DIBE’    Zeytun greva birçîbûnê ya Guven a di roja 78’emîn de bi bîr xist û wiha dewam kir: “Her roja ku diçe rewşa Guven giran dibe û tenduristiya wê xerab dibe. Rewşa tenduristiya wê ketiye merhaleyek krîtîk. Gelek nexweşîn bi Guven re peyda bûne. Heta niha 10 kîlo zeîf bûye. Di nava 10 rojên dawî de agahiya enfeksiyonê jî gihîştiye ber destan. Ji ber rewşa tenduristiyê 15 roj in bi Guven re hevdîtin pêk nehatiye. Di encama vê rewşa giran de telafiya ku dê encama wê ne pêkan be derkeve holê. Ji ber vê yekê em bi xeternak in.”    ‘DAXWAZ MAFDAR E’    Zeytun bal kişand ser daxwaza Leyla Guven û got: “Daxwaza Guven di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de daxwazek mafdar e. Em jî wek saziyên mafên mirova aşkere dikin ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li gel wî binpêkirina mafan e. Di heman demê de ev tecrîd li dijî makeqanûna Tirkiyeyê ye.”    BANGA HEWLDANÊ KIR    Zeytun diyar kir ku ew di serî de bang li Wezareta Dadgê û hemû rayedarên hikumêtê û raya giştî ya netewî û navnetewî dikin û got: “Divê ji bo rewşa Leyla Guven li ber çavan bê girtin û ji bo daxwazan bikevin nava hewldanan.”