Kîbriye Evren: Li girtîgehan serdemek dîrokî pêş dikeve 2019-01-24 13:43:36   AMED - Rojnameger Kîbriye Evren ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ev 39 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi nameyekê diyar kir ku tecrîda li dijî Ocalan pirsgirêka gerdûnî ye û wiha got: "Li Girtîgehan serdemek dîrokî tê jiyîn. Niha ev dema em têre derbas dibin ji bo me hemûyan û civakê derbasdar e. Ev serdema dîrokî ber bi kuve biçe em dê bi hevre temaşe bikin û bibînin. Evren, bal kişand ser rewşa Leyla Guven û diyar kir ku Vîtamîna B1 nadin wê.    Rojnameger Kîbriye Evren ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye bi armanca balê bikşîne ser tecrîdê û piştgiriyê bide çalakiya Leyla Guven di 16’ê Kanûna 2018’an de ket greva birçîbûnê û di roja 40 rojin di grevê de ye. Kîbriye Evren, nameyek ji Ajansa Nûçeyan a Jin (JINNEWS) re şand û sedema destpêkirina greva xwe û derbarê tecrîdê de nirxandin kir. Evren, diyar kir ku ew wek rojnameger, parêzevana mafê mirovan û aktîvîstekê ketiye çalakiyê. Kîbriyeyê daxuyakirin ku bedena Leylayê êdî avê jî qebûl nake.   VÎTAMÎNA B1 NADIN LEYLA   Evren, di nameyê de ev tişt anî ziman: "Rewşa Leylayê giran bûye. Bi tena serê xwe nikare bimeşe û nikare tiştên avî bigire. Bi hinceta butçe tune vîtamîna B1 nadin. Ji ber vê roj bi roj bedena wê kîlo dide. Lê me bi zanebûna barê giran a vê çalakiyê dest pê kir. Biryarbûna me bi mezinbûnê didome. Divê tecrîd rabe, hevdîtina parêzer û malbatê bi Birêz Ocalan re pêk bê. Ev mafekî gerdunî ye."   ‘GER KU LI DERVE BÛMA, EZÊ BI PÊNUSA XWE TÊBIKOŞIYA MA'     Evren, da zanîn ku li girtîgehê zêde rê û rêbazên cuda yên têkoşînê tune û wiha domand: "Ez wek rojnamegerekê li derve bûma min ê bi pênûsa xwe, bi pîşeya xwe berpirsyariya xwe bianiya cih. Lê ez wek rojnamegereke ku niha di girtîgehê de me berpirsyariya xwe bi bedena xwe pêk tînim. Me daxwazên xwe yên mafdar bi greva birçîbûnê daniye holê. Bi Birêz Ocalan re di 2016’an de hevdîtin hat kirin, lê ji bendewariyên civakê dur bûn û ji ber qels ma, kûr bû heta îro hat. Di rojên borî de hevdîtinek kurt bi birayê wî re dîsa pêk hat, nêzîkatiyek ji çareseriyê dûr hat nîşandan. Weke ku cidiyeta mijarê nizanin nêz dibin û pirsgirêk kûr dibin. Ev nêzîkatî gelek xeter e. Lingê herî girîng yê polîtîkayên qirkirinê ne."   ‘DEWLET BI TECRÎDÊ SÛC DIKE'    Evren, bal kişand ser polîtîka û helwesta dewletê û wiha berdewam kier: "Dewleta Tirk bi pêkanîna tecrîdê bi awayekî zelal sûc dike û bi hebûna xwe bi maşîna sûc a piralî dimeşîne. Ev pêkanîn li dijî peymanên navnetneweyî, mafê mirovan e. Ligel vê di pîvana hiqûqa gerdunî de jî wek sûc hatiye diyarkirin. Civak vê dizane û li pey daxwazek aştiya mayînde û bi rûmet e. Ji ber her kesî bedelên giran dan. Divê bendewariya civakê li ber çavan bê girtin û pêngav bên avêtin."   'TECRÎD PIRSGIRÊKA GERDÛNÎ YE'   Evren, herî dawî bal kişand ser tecrîdê û wiha bi dawî kir: "Tecridkirina Birêz Ocalan pisgirêkek gerdûnî ye. Hemû cîhan vê tecrîd û çalakiya me dibînin. Dema rewş wisa be, helwesta dewletê ya ji nedîtîne tê, bi tu awayî nayê qebûlkirin. Encama vê çalakiyê ji bo me dikare rê li ber encamên ku nikare lê vegere vebike. Leyla Guven îradeya bi mîlyonan e. Em bi biryarbûna xwe ber bi pêvajoya ku vegera wê tune ye dema xwe bi kar tînin. Li Girtîgehan serdemek dîrokî tê jiyîn. Niha ev dema em têre derbas dibin ji bo me hemûyan û civakê derbasdar e. Ev serdema dîrokî ber bi kuve biçe em dê bi hevre temaşe bikin û bibînin.  Di girtîgehan de demek nû tê jiyîn. Ya girîng ev e ku em mîrateya polîtîk ji bo pêşerojê çawa dihêlin û çiqas li gorî rûmeta mirovahiyê ye.”