Ciwanen HDP’î: Divê her kes li dijî tecrîdê xwedî helwest bin 2019-01-24 11:46:35   WAN - Ciwanên HDP'î ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bang li hemû beşên civakê kirin û xwestin her kes li dijî tecrîdê xwedî helwest bin. Ciwanan anîn ziman ku herî zêde ciwan dikevin bin bandora tecrîdê û xwest herî zede ciwan bertek nîşan bidin.    Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratik (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di roja 78'an de berdewam dike. Çalakiya Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê berdewam dike. Ciwanên HDP'î ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bang li hemû beşên civakê kirin û xwestin her kes li dijî tecrîdê xwedî helwest bin. Ciwanan anîn ziman ku herî zêde ciwan dikevin bin bandora tecrîdê û xwest herî zede ciwan bertek nîşan bidin.    ‘TECRÎD LI TIRKIYEYEYÊ BELAV BÛ    Endamen Meclisa Ciwanan a HDP'ê Dilan Çelik, diyar kir ku tecrîd ne tenê li ser Ocalan tê meşandin û wiha got: "Tecrîd li hemû Tirkiye belav bûye. Piştî tecrîd kûr bû zext û tundiya li ser civakê û li ser ciwanan jî zêde bû. Ger ku tecrid rabe dê zext jî rabin. Ger ku tecrid rabe û rêyae diyalogê vebe, dê pirsgirêk bi rêyên demokratîk çareser bibin. Divê hemû ciwan li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin."    ‘BÊTIR TÊKOŞÎN'    Endamê Meclîsa Ciwanan Orhan Demîr jî xwest demek beri demekê daxwazên girtiyan pêk bînin û wiha got: "Çalakiya Guven û girtiyên din çalakiyên demokratîk in. Divê her kes piştgiriyê bidin wan."    Ciwan Ferhat Azan jî xwest dewlet demek berîya demekê gavan bavêje û wiha got: "Divê dewlet gavên diyalgoe bavêjin. Ji bo dewlet gavan bavêje divê em bêtir dengê xwe bilind bikin. Ji bo daxwazên me pêk bên divê em bêtir têbikoşin."    ‘DIVÊ CIWAN HELWESTA XWE DIYAR BIKIN'   Ciwan Mehmet Yildirim jî bal kişand ser tecrid û bandora tecrîdê û wiha got: "Divê şer û alozî bi dawî bibin. Ji bo vê yekê jî divê em bêtir dengê xwe bilind bikin. Ji bo şer bi dawî bibe divê tecrîd bi dawî bibe. Divê ciwan bêtir dengê xwe bilind bikin. Niha naxwazin ciwan siyasetê bikin û zextan li ser cwianan dikin. Divê hemû ciwanên Tirkiye dengê xwe bilind bikin. Divê helwesta xwe diyar bikin."