Li malbatan zexta ‘bila dest ji greva birçîbûnê berdin’ dikin 2019-01-23 14:33:05   BURSA – Hat zanîn ku rayedarên Girtîgeha Tîpa H a Bursayê li malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de zextan dike û dixwaze girtî dest ji çalakiyê berdin.    Ji bo lêdawîanîna tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan kom bi kom beşdarî çalakiya grevên birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dibin. Yek ji van girtîgehên greva birçîbûnê lê hat destpêkirin jî Girtîgeha Tîpa H a Bursayê ye.    Girtiyên bi navê Serhat Sezgîn, Salîh Koyun, Mehmet Kilinç, Mehmet Yalçinkaya, Mehmet Şîrîn Baycu, Suleyman Saydan, Ercan Gokçe ji 26’ê kanûna 2018’an de dest pê kirin. Di 16’ê çile de jî girtiyên bi navê Mîthat Tunç, Metîn Çakir, Sînan Gokçe û Nurullah Yilmaz beşdarî çalakiyê bûn.    Li gorî agahiyên ji parêzerên van girtiyan hatin wergirtin, koma ewil a dest bi çalakiyê kirine gelek zeîf bûn e. Parêzeran da zanîn ku ji bilî girtiyên nexweş ên neçar ku diçin revîrê girtiyên din dernaxin revîrê û zext li malbatên girtiyan tên kirin. Parêzera got rayedarên rêveberiya girtîgehê di rojên hevdîtinê de ji malbatan dixwazin girtî dest ji grevê berdin.