Serokê Partiya Mirov û Azadiyê Kamaç: Em ê li dijî tecrîdê bisekinin 2019-01-22 09:13:39 WAN – Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azaiyê Mehmet Kamaç, diyar kir ku îtîfaqa partiyên kurd ji bo gel bûye cihê moralekî baş û got: "Tecrîd sûc e. Em ê bi hemû deng û rengên xwe li dijî vê tecrîdê bisekinin. Wê hêzên li hember me jî bibînin ka em li dijî tecrîdê vîneke çawa derdixin holê."  Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmeh Kamaç, îtifaqa ji bo hilbijartinê ya bi pêşengiya HDP'ê bi partiyên kurd re hat çêkirin, hilbijartina herêmî, tecrîd, çalakiyên greva birçîbûnê nirxand.    'ÎTIFAQ BÛ CIHÊ MORALEKE MEZIN'    Kamaç, destnîşan kir ku divê ev îtifaq tenê bi hilbijartinê neyê sînrodarkirin û îtifaqa hatiye kirin ji bo gel bûye cihê moralekî mezin. Kamaç, bilêv kir ku siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî kurdan bûye sedema vê îtifaqê û got: "Me êrîşên li ser kurdan esas girtin û em fikirîn ku pêdivî bi îtfaqeke bi vî rengî heye. Vîna gelê kurd bi kolonyazlîmeke burokratîk hat binpêkirin. Loma wê ev hilbijartin li hemberî kesên vîn û mafên gelê kurd bin pê dike bibe bariyerek. Em wekî hilbijartineke dîrokî nêzî hilbijartina 31'ê Adarê dibin. Pêşî em ê bi vî hilbijartinê wê kolonyalîzma burokratîk a li ser gelê kurd rabikin û paşê em ê pêvajoya der barê pêşeroja gelê kurd de bidin destpêkirin. Hatina me ya cem hev a ji bo zimanê kurdî nîşan da ku partiyên kurd wexta bên cem hevdu wê karibin gelek tiştan bikin. Wê di vê hilbjartinê de û bi vê îtifaqê hem partiyên me hevdu nas bikin hem jî wê gel vê yekîtiyê bibîne û li gor wê helwesta xwe nîşan bide. Wê di vê pêvajoyê de hemû aliyên îtfaqê vê rastiyê bibînin. Wê ev îtifaq ji bo yekîtiya her çar perçeyên Kurdistanê jî bibe gaveke girîng."    LI SINDOQAN PARASTINA ÎTIFAQÊ    Kamaç, anî ziman ku ew ê di dema hilbijartinê de bênavber bixebitin û got: "Wê teşkîlatên partiyên kurd beriya hilbijartina herêmî bixebitin û wê navendên me yên giştî jî li ser mezinkirina vê îtifaqê hûr bibin. Wê piştî hilbijartinê jî xebatên me yên ji bo îtifaqê dewam bikin û em ê ji bo îtifaqeke mayînde tevbigerin. Wê rewşa 'hilbijartin qediya, îtifaq jî qediya' çênebe. Wê gelê me jî bibîna ka ev îtifaq ji bo kurdan çi qas girîng e. Ji bo konferanda yekîtiya netewî divê li hemû perçeyan yekîtî çêbibe. Heta ev yekîtî çênebe der barê kongreyê de çi bêg otin wê ne rast be. Wexta kurd di nav xwe de bibin yek wê hêzeke mezin derkeve holê û wê pêkanîna kongreya netewî zehmet nebe. Wê ev hevdîtina me ji bo gava ewil a kongreyê be. Wisa bawer dikim ku wê ev îtifaq di vê hilbijartinê de bi ser bikeve. Berê 105 şaredarî di dest siyaseta kurd de bûn. Em ê hewl bidin ku di vê hilbijartinê de vê hejmarê bikin 120. Misyoneke mezin dikeve ser milê me siyasetmedaran û divê em wê mîsyonê bi cih bînin. Wê gelê me bi vê hilbijartinê yekîtiya xwe nîşanî herkesî bide. Wê gelê kurd qeyûman têxe zerfan ji xwediyê wan re bişîne. Loma em dixwazin gelê me jî li ser sindoqan îtfaqa xwe çêbike."   ‘WÊ GEL VÎNA XWE NÎŞAN BIDE'    Kamaç, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û got: "Tecrîd sûc e. Kî bê tecrîdkirin bila bê tecrîdkirin ev sûc e. Di çarçoveya mafên mirovan de em ê li dijî vê tecrîdê bisekinin. Her wiha em ê wekî îtifaq jî li dijî vê tecrîdê bisekin û polîtîkayên xwe li gor wê diyar bikin. Ê tê tecrîdkirin kî dibe bila bibe, divê em li dijî wê derkevin. Tenê ne ji ber ku kurdek tê tecrîdkirin em li dij derdikevin. Ê tê tecrîdkirin tirkek be jî, erebek be jî em li dijî wê derdiekvin. ÇImkî tecrîd sûc e. Loma em ê li ser tecrîdê rawestin. Wê gelê me teqez li dijî tecrîdê vîna xwe nîşan bide. Her ku gelê me berteka xwe nîşan bide wê ev yek jî bibe rojeveke girîgn a îtifaqê. Em ê bi hemû deng û rengên xwe li dijî vê tecrîdê bisekinin. Wê hêzên li hember me jî bibînin ka em li dijî tecrîdê vîneke çawa derdixin holê."   ‘ÊN DI GREVÊ DE PEYAMEKE GIRÎNG DIDIN'    Kamaç, destnîşan kir ku li girtîgehan kesên di grevê de peyameke girîng didin civakê û got: "Mirovên me yên di grevên birçîbûnê de peyama ku civak bi zor û zehmetiyan re rû bi rû ye didin. Divê grevên birçîbûnê tenê wekî 'tenduristiya mirov xirab dibe' neyên nirxandin. Ev mirov peyama 'tenduristiya hemû civakê ji dest diçe' didin. Em peyama wan digirin û teqez divê vê rewşa ku ev erdnîgarî tê de ye bê çareserkirin. Peyama çalakiya greva birçîbûnê peyameke pir girîng e û divê baş bê xwendin."