Endama Dîwana KCD’ê ya berê Bazancîr hat berdan 2019-01-17 13:46:27   AMED – Endama Dîwana KCD’ê ya berê Edanur Bazancîr a di çarçoveya operasyona li dijî rojnameger û siyasetmedaran de hatibû girtin tahliye bû.    Di 9’ê Cotmeha 2018’an li 9 bajaran operasyon li dijî siyasetmedar û rojnamegeran pêk hatibû. Yek ji van siyaestmedaran jî ya hat girtin Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya berê Edanur Bazancîr bû. Danişîna doza Bazancîr a bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” dihat darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Piştî parastina Bazancîr û parêzerê wê heyeta dadgehê di vê merheleyê de gumana revê û delîlan reş bike nîne da ber çavan biryara berdanê da. Dadgehê dozê taloqî dîrokek pêş kir.