Di doza Kursa Kuranê de li Muftî gilî kirin 2019-01-16 14:47:03 AMED - Danişîna doza 6 zarokên ku li Kursa Kuranê ya navçeya Pasûra Amedê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan dê li 6’emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Di danişînê de li Muftiyê Pasûrê Selahattin Ozçelik gilî kirin.  Danişîna doza 6 zarokên ku li Kursa Kuranê ya navçeya Pasûra Amedê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan dê li 6’emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Danişîn piştî rapora kesên zana ya Muftiyê Pasûrê Selahattin Ozçelik wekî "Kesê esil bi qusûr" dît, hat xwendin, bersûc Ozcan Ceylan, Faruk Işik û parêzerên wan amade bûn. Dîsa mextûr Faruk Sancar li salonê amade bûn. Dozger ji dadgeh xwest ku ji bo lêkolîna rapora kesên zana dem bê dayîn.    Mextûr Faruk Sancar jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku gundiyan Kursa Kuranê ava kirin û teslîmî Muftiyê Navçeya Pasûrê kirin û wiha got: "Di raporê de jî muftî wekî kesê yekemîn bi qusûr tê dîtin. Sancar xwest der barê Mufti Selahattin Ozçelik de gilî bê kirin û doz bê vekirin. Sancar, anî ziman ku di raporê de erkdarê Kursê Faruk Işık jî bi qusûr tê dîtin û xwest ew jî bê darizandin. Sancar, der barê Abdullah Taş ku rêveberê Fahrî bû jî xwest ew jî bê darizandin û xwest Faruk Işık jî bê girtin û girtî bê darizandin.    Heyeta dadgehê jî biryar da ku der barê Muftiyêi Pasûrê Selahattin Ozçelik de serlêdana sûc bê kirin û biryara der barê girtina Faruk IŞik de binirxînin. Danişîna dozê taloqî dîrorek pêş kirin.