Yuksekdag: Divê hewl bê dayîn ku em ji vê cehenemê derkevin 2019-01-16 13:25:46 ENQERE - Danişîna doza darizandin Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgan Yuksekdag dest pê kir. Yuksekdag, di parastina kir de wiha got: “Ez çalakiyên greva birçîbûn û Leyla Guven silav dikim. Divê hemû dînamîkên têkoşîna civakî û welat parêz, hewl bidin ku em ji vê cehenemê derbikevin.”   Danişîna doza darizandina Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya berê Fîgen Yuksekdag  li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dest pê kirin. Di îdîanameya 92 du sayfe de Yuksekdag bi îdîaya “Rêveberiya rêxistinê” tê sûcdar kirin û 83 sal cezayê girtîgehê jê re tê xistin.    GELEK KES BEŞDAR BÛN    Nûnerên gelek partiyan ên xwestin danişîna Yuksekdag bişopînin,  di saetên serê sibê de hatin salona dadgehê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê. Dîsan Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Alîkarê Hevserokên Giştî Mûrat Çepnî, Berdevka Meclîsa Jinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Berdevkê Partiyê Sarûhan Olûç, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şennoglu û Parlementerê Partiya Çep a Alman Hakan Taş jî beşdarî danişînê bûn.   JI BO ŞOPANDINÊ KOTA DIYAR KIRIN    Şandeya dadgehê, ji bo şopandina danişînê kotaya 45 kesan diyar kir û nûnerên gelek partiyan negirt salona danişînê. Yuksekdag, ji Girtîgeha Kandira beşdarî danişînê bû û di parastina kir de, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberêd PKK’ê Abdullah Ocalan daye destpê kirin.    Yuksekdag ev tişt gotin: “Di şert û mercên îro de, em siyasetmedar gihane asta pêvajoyek krîtîk û em di ferqa vê dene. Me bi dehan cara got ku divê pêvajo neyê vê astê. Bi teybetî me  ji desthilatdariyê got, ‘hûn Tirkiyeyê ber bi krîzekê ve dibin.’ Dozên me jî parçeyekê vê operasyonê ne. Tu hêviya me ji edaletê nîne, lê divê hemû dînamîkên têkoşîna civakî û welat parêz, hewl bidin ku em ji vê cehenemê derbikevin. Îro siyasetmedar israra xwe ya di têkoşîna aştî û demokrasiyê de berdewam dikin. Leyla Guven 70’î rojin li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê deye. Ji ku dîsan pêşiya pêvajoya demokratîk ve benda xwe ji birçîbûnê re razandiye.    ‘PARAZVANÊN SIYASETA DEMOKRATÎK DINAVA ÇAR DÎWARAN DENE’   Lê parazvanên siyaseta demokratîk dinava çar dîwaran dene. Leyla Guven parlementerê vî welatiye. Guven ji aliyê desthilatdariya siyasî ve hatiye hepiskirin û bi destê saziya darazê ber bi mirinê ve tê birin. Ne tenê Guven, gelek girtiyên siyasî, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. Di heman demê Sabahat Tuncel û Selma Irmak ên em gel hev jî dimînin dest bi greva birçîbûnê kirin. Ez vê têkoşîna hevalên xwe yên silav dikim.”   ‘EZ NE SÛÇLÎ ME KU PARASTINÊ BIKIM’   Yuksekdag dewama parastina xwe de wiha axivî: “Ji bo dirêjkirina dozê tu hewldanên min nîne. Ji xwe hatime cezakirin. Qet nebe bila 20 sal din ceza li min were birîn. Ji xwe destpêkê wekîltiya min hat betalkirin û ji bo min qedexe siyasetê anîn. Desthilatdarî bi eşkere, li ser dozên me siyasetê dike. Berî hilbijartina derbas bûyî li ser hev ceza dan me û desthilatdariyê xwest li ser navê me serdestiya xwe îlan bike. Dema nû hatim vê der min ev yek got. Ez li vêderê ne sûçlî me ku parastin bikin. Ez encex li hemberî gelê xwe parastin bikim.”   ‘EV WESTANDINEK BIRÛMET’   Yuksekdag , da zanîn ku ew van îdîayan qebûl nake û wiha got: “Li gorî min şaşiya heye em sererast bikin. Rastî wiha ye. Hin dixwazin darizandina min dirêj bikin û hewl didin darazê asteng bikin. Bi vî awayî mudaxileyê darazê dikin. Ev rezîliye. Gelo hûn li kîhan cîhanê dijîn.  Di mijara baweriya darazê de êdî we li bînî xistiye. Berî bêm girtin 3 rojan ez çûm derveyî welat û hatim. Gumaneke wisan tune bû. Ya ku bi gumane saziya darazê bixwe ye. Kesên dixwazin ji me tolê bigirin û yên dibin amûrê ve yekê, tiştên ku me jiyayî henekê jî bijîn, kabûsan bibînin. Lê çi dibe bila bibe emê dest ji têkoşîna xwe ya li dijî tarîtiyê bernedin. Bêguman dê westandineke her dozeke birûmet hebe, ya me jî westandinek birûmete, bila ser serê û çavê me be.”   ‘DADGER RED KIR’   Yuksekdag, di dawiya parastina xwe de dadgerê dadgehê red kir û wiha got: “Divê em pêşengtiya siyaseta vekirina derî li ber çavan bigirin. Di şert û mercên pêvajoyeke wiha de, êdî baweriya min nemaye ku bi awayekê adîlane bêm darizandin. Ji berk u şandeya we di rewşa heyî de bêalîtiya xwe winda kiriye, ez dixwazim ji vê darizandinê xwe paşve bikişîne.”