Keskîn: Sedema girtinê ew e ku Serap xwişka Mazlum Dogan e 2019-01-16 10:25:05   STENBOL – Xwişka Mazlum Dogan a 70 salî Serap Mutlu ya ji ber ku flamaya kesk, sor û zer bi darbesta dayika xwe ve danî hat girtin. Parezer Eren Keskîn biryara girtina Mutlu wek “trajîkomîk” û “hiqûqa dijminiyê nirxand û got wan îtîrazî biryarê kiriye.    Xwişka yek ji pêşengên PKK’ê Mazlum Dogan, Serap Mutlu di çarçoveya Dozgeriya Komarê ya Mazgêrdê der barê wê de lêpirsîn dabû dest pê kirin li Stenbolê hat girtin. Mutlu ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mazgêrdê ve bi riya dîmen îfadeyên wê hat girtin û bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin. Hêceta girtina Mutlu, flamaya kesk, sor û zer a bi darbesta dayika xwe ya di 11’ê mijdara 2018’an de hatibû definkirin ve danîbû hat nîşandan.    ÎTÎRAZÎ BIRYARÊ KIRIN   Mutlu ya 70 salî piştî merasîma cenazeyê dayika xwe di 12’ê mijdara 2018’an de ji Miduriyeta Polîsan a Depê bangî wê kiribûn û îfadeyên wê girtibûn. Parêzerên Mutlu, Eren Keskîn û Jiyan Kaya li dijî biryara girtinê îtîrazî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mazgêrdê irin û xwestin miwekîla wan demildest bê berdan.    'SÛCDARÎ PÊKENOK E’    Parêzer Eren Keskîn girtina miwekîla xwe Mutlu nirxand û got: “Rojek piştî merasîma cenaze Emniyeta Karakoçanê îfadeyê wê girtibû. Wê demê tiştek ku sûc nehat dîtin pişt re wek sûc hat nîşandan. Sûcdarkirin trajîkomîk e. Tirkiye hem hiqûqa xwe ya navxweyî û biryara dadgeha bilind û hem jî xala 10’emîn a Peymana Mafên Mirova ya Ewrûpa binpê kir û miwekîla me da girtin. Girtin li dijî aqil e. Çawa flamayek rengîn dikin hêceta sûc. Ne pêkan e ku mirov ji vê yekê fêm bike. Hêcet tenê girêdana falamayê ye.”    'SEDEM EW E KU XWIŞKA MAZLUM DOGAN E’    Keskîn da zanîn ku cezayê di çarçoveya Xala 7/2 yê TMK’ê de bê dayîn diyar e û wiha got: “Jixwe miwekîla me îfade daye emniyetê. Gumana dê bireve jî nîne. Temenê wê 70 salî ye. Dayikek wiha extiyar ku hêj travma dayika xwe dijî dan girtin tu aliyekî wê mirov bi hiqûqê ve girê bide nîne. Di vir de li dijî dijmin hiqûq pêk anîne. Yanî hiqûqê dijmin lê sepandine. Di bin viya de jî tu sedemek din tune ye. Sedemek din jî ev e; ji ber ku Serap Mtulu xwişka Mazlum Dogan e. Sedemek din jî ev e ku Serap Mutlu bûye namzeta şaredariya Depê. Bi îhtîmalek mezin dê bi ser biketa jî. Ez li bendê bûm ku fişarek lê bikin. Lê bes ez ne li bendeê bûm bi hêcetek wiha pêkenok bê girtin.”    'TRAJÎKOMÎK E’    Keskîn biryara girtinê wek “trajîkomîk” nirxand û xwest biryara girtinê paş ve bê sitendin. Keskîn got miwekîla wê Serap Mutlu birine Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê.    MA / Yasîn Kobulan