Ji dêvla trafoyan nû bikin ceza li gundiyan birîn! 2019-01-16 09:28:19 MÊRDÎN - Li gundê Girherîn ê Artûklûyê ji ber xwestin ji bo trafoyên ceryanê tevdîr bên girtin, bi cendirmeyan re rû bi rû man. DEDAŞ, tevî leşkeran hat gund lê belê ji dêvla trafoyan nû bike ceza li gundiyan birî.  Li Taxa Girherîn a Artûklû ya Mêrdînê ku 12 hezar nifûsê wê heye, 6 trafoyên ceryanê hene lê belê her 6 jî bi arize ne. Herî dawî wexta welatiyekî xwest şartêla trafo rabike ceryan bi wî girt û mir. Şêniyên taxê xwestin ji bo van trafoyên talûke tevdîr bên girtin. Her wiha piştî Ajansa Mezopotamyayê (MA) der barê vê rewşê de nûçe çêkir, çend roj berê Parlementera HDP'ê yê Mêrdînê Ebrû Gunay jî ev mijar xistibû rojeva Meclîsê û pêşnûmepirsek berpêşî Wezîrê Çavkaniyên Enerjî û Xwezayê kiribû, lê belê hîn jî bersiva pêşnûmepirsê nehatiye dayîn.    Piştî vê hat hînbûn ku ekîbên DEDAŞ'ê tevî cendirmeyan çûne gund û ji dêvla ku trafoyan nû bikin di bin navê "ceryana qaçax" de ceza li gundiyan birîne û bêyî ji bo trafoyan tevdîran bigirin ji gund derketine.   Şêniyên taxê ku bi çewsandina cendirmeyan re rû bi rû man gotin: "Hîn jî ceryana me xweşikî tune ye. Hîn jî mirov bi vê talûkeyê re rû bi rû me. Me doza çi kir, wan çi kir. Divê rojek berî rojekê dev ji vê şaşiyê berdin û çi tevdîr bivên divê bên girtin."    MA / Ahmet Kanbal