Di şertên zehmet de bi taxûkan giya dikişînin 2019-01-16 09:22:47 COLEMÊRG - Li gundê Kehê yê Colemêrgê, welatî gihayên ku dirûtine û li berwara lod kirine, zivistanê bi taxûkan dikişînin û tînin gund.  Li gundê Kehê yê COlemêrgê, gundiyên ku ji bo heywanên xwe havînê giya dirûtin û li berwaran lod kirin, zivistanê jî bi taxûkan dikişînin nava gund. Her çend bi talûkeya aşîtê rû bi rû dimînin, lê belê dîsa jî ji mecbûrî vê yekê dikin. Gundî sibehê zû taxûk û benên xwe amade dikin û berê xwe çiyayê bilindahiya wî 2 hezar û 500 metre ye.    ‘EM BI TAXÛKAN DIKIŞÎNIN'    Şêniyê gund Saît Adiyaman, anî ziman ku li cihê ku giya lê didirûn rê tune ye û got: "Li vî gundî çêbûme û mezin bûme û heta niha sewalvaniyê dikim. Li hemû deverên cîhanê mirov giyayên xwe bi mator û kamyonan dikişînin û havînan bi patosê dihêrin. Lê belê em hîn bi teknîka sed sal berê vî karî dikin. Em bi pêlavên berfê derdikevin çiyê û bi taxûkan giyayên xwe tînin. Ji ber rêya me tune ye, em havînê nikarin giyayê xwe bikişînin. Giyayên em didirûn li berwareke di nava gundê Kehê û Talê de ye lod ikin. Yanî em li devereke 4-5 kîlometre dûrî gund giya didirûn. Em giyayên xwe li wir dikin ld û ser wan digirin. Zivistanê wexta berf dibare yanî van çaxan em diçin tînin. Çimkî ne ji bo wesayîtê ne jî ji bo hespan rê tune ye."    ‘GELEK EKS DI BIN AŞÎTÊ DE MAN'    Şukru Tûran jî, destnîşan kir ku zehmetiya herî giran jî kişandina giya ye. Tûran, bilêv kir ku di zivistanê de di dema kişandina giya de gelek kes birîndar dibin û hin kes jî di bin aşîtê de dimînin. Tûran got: "Em giya li berwara di navbera gundê Kehê û Talê de didirûn. Zivistanê wexta berf zêde dibara, aşît jî çêdibe. Her wiha wexta em bi atxûkan dikişînin, carinan di van berwaran de taxûk di nav berfê de dimînin û hin ji me jî di bin wan de. Ji ber vê yekê lingê gelek gundiyan şikiyaye."    DIVÊ RÊ BÊ ÇÊKIRIN    Tûran got: "Havînê jî li van berwarên bilind dirûtina giya zehmet e. Ji ber rê tune gundî zehmetiyê dikişînin. Eger rayedar li van deran rêyekê çêbike, wê ji bo gundiyan baş be. Daxwaza me çêkirina rê ye."    Mûstafa Ozdemîr jî diyar kir ku 5-10 bizinên wî hene û got: "Bavê min  sal berê hatiye vî gundî. Ji wê çaxê ve vî karî dikim. Berî gund bên valakirin, rewşa me pir baş bû. Hema bêje her yek ji me xwedî bi dehan heywanan bû. Jiyana me xweş bû. Em muhtacî tu kesî nedibûn. Lê belê di van salên dawî de êdî em nikarin debara xwe jî bikin. Êdî tu qîmeta sewalvaniyê nema. Loma êdî em nikarin vî karî bikin. Tenê em bi heywanên heyî debara xwe dikin. Va tu dibînî, vê zehmetiyê ji bo pênc bizinan dikişînim. Lê ji mecbûrî. Ger em bi rihetî biçûna zozanan, me yê gelek heywan xwedî bikirana."    JIYANEKE HEVPAR    Emîne Adiyaman ku giyayên zilam ji berwaran bi taxûkan dikişînin û ew û keça xwe jî didin ber heywanan got: "Zilamên gund giya ji çiyê tînin, em jin jî didin heywanan. Karê li gund bi hevkarî tê kirin." Hazal Tûran jî got: "Ji ber rewşa me ya aborî nebaş e, em nikarin kesî ji bo vî karî bigirin. Loma zilamên gund diçin çiyê giya tînin, em jin jî karên din dikin."    MA / Hamza Gunduz