47 çalakvanên li Silêmaniyê hatin binçavkirin ketin grevê 2019-01-12 11:07:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Asayişa Silêmaniyê duh 52 çalakvan binçav kirin û li Girtîgeha Kanî Gome tên girtin. Ji 52 çalakgeran jê 47 çalakvanan dest bi greva birçîbûnê kirin.    Duh asayîşa Silêmaniyê 52 çalakgerên ku xwestin li Parka Azadî 3 jinên şoreşger ên Kurd ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin bibîr bînin, binçav kirin. Ji 52 çalakgeran jê 5 di saetên şevê de hatin berdan.  47 çalakger jî hêj li Girtîgeha Kanî Gome di bin çavan de ne. 47 çalakgeran, li dijî helwesta asayîşê dest bi greva birçîbûnê kirine. Di nava kesên hatine binçavkirin de rojnamevan û bernamevanê Aryen TV Selah Xidir û Kelsûm Huseyîn jî heye.