Kirinên wan di qanûnê de ne sûc e, lê dîsa ceza hat birîn 2018-12-26 09:16:57 AMED - 2 meleyên ji ber nimêja sivîl a înê û nimêja ji bo cenazeyên PKK'yiyan dihatin darizandin beraat kiribûn. Lê ji ber Dadgeha Îstinafê biryara beraatê xera kir, her du mele dîsa hatin darizandin û 5 sal ceza li wan hat birîn.  Li Amedê der barê mele Fahrettîn Ogûr û Mehmet Îhsan Dûrak, ji ber kirinên wan ên di qanûnê de wekî "sûc" nayên pênasekirin ceza hat birîn. Bi hinceta nimêja sivîl a înê û nimêja ji bo cenazeyên PKK'iyan, Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê bi tawanbariya "alîkariya rêxistinê" doz li mele Fahrettîn Ogûr û Mehmet Îhsan Dûrak hat vekirin.    DI QANÛNÊ DE TIŞTEKÎ WISA TUNE YE    Dadgehê di dema darizandinê de diyar kir ku di Qanûna Muhakemeyan a Cezayî de tiştan mele Ogûr û Dûrak pê tên tawanbarkirin wekî sûc nayê pênasekirin û der barê her du meleyan de biryara beraatê da. Lê belê piştî vvê biryarê dozgeriyê li Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê îtiraz kir û Daîreya 3'yan a Dadgeha Îstinafê biryara beraatê xera kir.    Li ser vê meleyan dîsa parêziya xwe kir. Mele Fahrettîn Ogûr di parêziya xwe de got: "Armnac ew e ku weaz bi kurdî bên dayîn yanî bi zimanê kurdî îfakirina peywira olî. Min ev yek di çarçoveya peywira olî de kirin." Mele Dûrak jî anî ziman ku wî hem nimêja ji bo cenazeyên PKK'yiyan hem jî nimêja sivîl a înê wekî "peywireke mirovî" kirine.      Lê belê dadgehê her du meleyan bi "alîkariya rêxistinê" tawanbar kir ku û li her yek ji wan 5 sal ceza birî. Paşê dadgehê ji ber bandora muhtemela a li jiyana wan ceza daxist 2 salan û ji ber temenê wan di ser 65 salan re û sabiqeya wan tune ye bi şertê careke din "sûcekî" bi vî rengî nekin cezayê wan taloq kir.    MA / Salih Yeşil - Aydin Atay