Temellî: Werin em bi hevre vê tecrîdê bişkînin 2018-12-25 16:25:53   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di koma HDP'ê ya Meclîsê de bal kişand ser geşedanên dawî. Temelî, bal kişand ser tercîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Îro Tirkiye di nava nakokiya tecrîd û demokrasiyê de dijî. Werin ji bo pêşxistina demokrasiyê em bi hevre vê tecride bişkînin. Tecrîd ne tenê pirsgirêka Kurd e, pirsgireka hemû kesên demokrasiyê dixwaze ye."    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tezaî Temellî, di civîna koma HDP'ê de geşedanên dawî nirxand. Temelî, bal kişand ser geşedanên li Rojava û wiha got: Rojava eyna Gezî ye. Warê jinê ye. Serkeftina jinên li dijî DAIŞ'ê şer kirin e. Temellî, bal kişand ser rewşa karkerên TOKÎ yên li Mêrsîn û Stenbolê nikarin heqê xwe bistînin û di çalakiyê de ne û wiha got: "Karkerên TOKÎ mexdûr in. Ev welat kirine dojeha kedê. Dewlet mafê karkeran xezp dike. Me wekî HDP'ê ji bo mafê karkeran xebat daye destpêkirin. Em dê di demek nêzîk de der barê vê xebatê de gel agahdar bikin."   ’DI 11 HEYVAN DE 2 HEZAR HDP’Î HATIN BINÇAVKIRIN   Temellî, anî ziman ku di serdema AKP'ê de hemû civak bedelê dide û wiha got: "Di serdema îktîdara AKP'ê de tenê HDP Hevî dide. HDP, dijberî AKP’ê hêviya edalet, aştî û demokrasiyê dide. Heri dawi di doza Lîceyê de kujerên komkujiya Licê hatin xelatkirin. Di 11 salan de 2 hezar endam 3u rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin. Her mehê nêzî 180 endam û rêveberên me hatin binçavkirin. Her li nêzî 500 kesan bi îdîaya heqaret li Erdogna kirine lêpirsîn hatin vekirin. Herî dawî li Parazvana mafên mirovan Şebnem Korur Fincanci bi sedema Rapora Cizîrê amade kiriye ceza lê hat birîn. Mamosteya aqil a Tirkiye hat cezakirin. Ji ber ku aştî xwest. Niha rojnameger, hunermend û rewşenbir hedef tên nîşandan. Ji ber ku hûn ditirsin. Herî dawî Helbestkar Ahmet Tellî tehdît kirin. "      Temellî bal kişand ser komkujiya Mereşê jî û wiha got: "Hemû çalakî hatin qedexekirin. Bê edaletî berdewam dike. Wezîrê Karên Hundir Soylu diyar dike ku êdî gilî hindik in. Binpêkirin zêde bûye. Lê ji ber ku kes baweriya xwe bi polîsan nîne serlêdan nake. Malbata Şenyaşar a Pirsûsê li benda edaletê ne.    ‘BINGEHA BÊ EDAELTIYÊ TECRÎD E'    Temelî, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Îro Tirkiye di nava nakokiya tecrîd û demokrasiyê de dijî. Werin ji bo pêşxistina demokrasiyê em bi hevre vê tecride bişkînin. Tecrîd ne tenê pirsgirêka Kurd e, pirsgireka hemû kesên demokrasiyê dixwaze ye. Çalakiya Leyla Guven di roja 48’an de berdewam dike. Guven rumeta me ye. 48  rojin bang li welat dike. Dixwaze guh bidin dengê ve heqîqetê. Divê parêzerên Ocalan biçin Îmraliyê û tecrîd bi dawî bibe."   Li Tirkiye nêzî 200 rojnamger girtî ne. Heri dawi hunermend Metin Akpınar û Mujdat Gezen hatin binçavkirin. Ji ber nerînên xwe derxistin pêşberî dozger."    'ERÊ EM KURD IN'    Temellî, bal kişand ser bûyera li Sakarya û wiha got: "Kadir Sakçi di êrîşek nijadperest de hat kuştin. Rojnameya Yenî Yaşam bi manşeta "Erê em kurd in" derket. Em jî dibêjin Erê em kurd in. Ji ber ku kurd bûn hatin kuştin. Yên hesab ji Roboskê pirsîn hatin girtin. Bîrdariya Roboskê hilweşandin. Tahir Elçî hat qetilkirin. Em dê hesabê vê yekê bipirsin. Wekî Ferhat Encu got "Ger ku em ji bîr bikin bila dilê me zuha bibe."   Temellî, bal kişand ser meseleya Rojava û wiha got: "Li gorî raporên dawî li Sûriye 13 hezar DAIŞ'î hene. Ger ku ne wisa bûya hêj operasyon ne didomiyan. Dive DAIŞ ji wir bê paqijkirin. Divê rê li pêş çareseriya siyasî ya Sûriye bê vekirin. Divê bêçareseriyê nebin Rojava. Ger ku çareseriya siyasî hebe em jî dê piştgiriyê bidin. Rojava îtîraza herî mezin a li dijî rejîla ku dixwazin li Rojhilata navîn ava bikin e. Bi tunekirina Rojava dixwazin heviyê tune bikin. Rojava awêneya Gezî ye."