Li Sûr, Midyat û Hezexê Cejna Noelê hat pîrozkirin 2018-12-25 15:54:12   AMED/ŞIRNEX - Di pîrozbahiya Noelê ya li Dêra Dayika Meryem ku li navçeya Sûrê ye ji bo tevahiya cîhanê aştî û aramî hat xwestin. Li Midyad û Hezexê jî Suryaniyan cejnê pîroz kir.    Bi minasebeta Cejna Noelê li navçeya Sûrê ya Amedê li Dêra Dayika Meryem a Suryaniyên Ortodoks ayîn hat kirin. Di ayîna ku ji bo Cejana Noelê hat kirin de, Keşeyê dêrê Yusuf Akbulut, endamên cemaetê û Keldaniyên ku li kolana Dêra Marpetyûm ku qedexeya  derketina kolanan lê berdewam dike beşdar bûn. Piştî ayînê li hewşa dêrê pîrozbahiya cejnê hat kirin.  Di pîrozbahiya ku hat kirin de parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun, Hîşyar Ozsoy, Hevseroka HDP'a Amedê Fîlîz Buuttekîn, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Naşîde Toprak û Îbrahîm Çîçek tev li bûn.       Bi findên ku hatin pêxistin îlahî hatin xwendin û ji bo tevahiya cîhanê aştî û aramî hat xwestin.    SURYANIYAN CEJNA YALDO PÎROZ KIR    Li navçeyên Midyata Mêrdînê û navçeya Hezexa Şirnexê beşdariya Parlamenterên HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Tuma Çelîk û Ebrû Gunay, Suryaniyan cejna Yaldo (Noel) hat pîrozkirin. Suryaniyan di pîrozbahiyê de cejna hev pîroz kir.