Piştî dan Prof. Fincanci: Dengê wîcdan nayê cezakirin 2018-12-25 14:15:19   ÎZMÎR – Parêzvanên mafên mirovan ji ber ku Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci rastî cezayê hepsê hat piştgiriya xwe anin ziman û gotin: "Dengê wîcdan ku şahidê heqîqetê ye û heqîqetê dixe bin qeydan, parazvana aştî û mafê mirovan nayê cezakirin."    Pişti parazvana mafê mirovan û Seroka Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci ku ji ber danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kir û rastî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat, piştgirî û hevkariya ji bo Fîncanci zêde dibe. Heri dawî nûnerên TÎHV, ÎMECE Dostluk û Komeleya Piştevaniyê, Înîsiyatifa Heq, Komeleya Pira Piştevaniya Gelan, ÎHD, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê, (OHD), Komeleya Hiqîqnasên Hemdem (ÇHD) ku bi KHK'ê hat girtin, SES û Odeya Tabiban a Îzmirê li avahiya TÎHV'ê ya Îzmirê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li salonê pankarta "Dr. Şebnem Korur Fidanci ne bi tenê ye" û "Dengê wicdan nayê cezakirin" vekirin. Sekreterê Odeya Tabîban a Îzmirê Lutfu Çamli daxuyanî da û diyar kir ku cezayê li Prof. Fincanci hatiye birîn, hem îhlala azadiya raman û îfadeyê ye û hem jî li dijî parazvanên mafên mirovan zext û tundiya herî mezin e.    Hevseroka SES'ê ya Îzmirê Hulya Ulaşoglu jî anî ziman ku ji ber Fincanci pêkaninên dewletê aşkere kiriye hatiye cezakirin û wiha got: "Piştî erkdarên jor ên dewletê ferman dan rayedarên darazê ketin nava tevgerê û ceza birîn.    Hevserokê OHD'ê Prz. Mazlum Demirbag jî anî ziman ku Fincanci rûmeta wan e û wiha got: "Divê êdî kesên aştiyê dixwazin neyên cezakirin."    Hevserokê ÎHD'ê Prz. Zafer Încîn jî xwest demek berî demekê bingeha aştiyê bê avêtin û her kes ji bo aştiyê têbikoşe.