Li Îdirê maşîna eskerî qulipî: Kesek mir û 5 kes birîndar bûn 2018-12-25 11:45:03   ÎDIR - Li navçeya Başan a Îdirê maşîna eskerî qulipî. Di bûyerê de eskerekî jiyana xwe ji dest da û 5 esker jî birîndar bûn.    Li navçeya Başan a Îdirê maşîna eskerî ya Kobra ya girêdayî Qereqola Karakokulu qulipî. Di qezayê de eskerekî jiyana xwe ji dest da û 5 esker jî birîndar bûn. Ekserên birîndar bûn bi ambulansan rakirin Nexweşxaneyên Îdir û Başanê.