Berazan xwe berda gund û êrîşî gavanê biçûk kirin 2018-12-25 10:56:16   ÊLIH – Li gundê Zîlana Hezoyê berazan êrîşî Osman Sayar ê 15 salî kir û ew birîndar kirin. Piştî êrîşa berazan gundiyan keriyek beraz li nêzî gund dîtin û bi telefona xwe qeyd kirin.    Li gundê Zîlanê ya girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê çend roj berê berazan êrîşî zarokê 15 salî Osman Sayar kir û ew birîndar kirin. Sayar ê dema li nêzî gund gavanî dikir rastî êrîşa berazan hat. Sayar ji cihên cuda yên werselê xwe birîndar bû û bi halê xwe yê birîndar xwe gihand gund. Piştî xwe gihand malê malbatê ew rakirin nexweşxenek Êlihê û derman kirin. Hat zanîn ku rewşa Sayar baş e û piştî ji nexwexaneyê derxistin li malê tê dermankirin.    KERIYÊ BERAZAN HAT DÎTIN    Li aliyê din piştî êrîşa berazan şêniyên mezraya Bacaxê ya bi ser gundê Zîlanê li çola gund keriyek beraz dîtin û bi telefona xwe qeyd kirin. Di dîmen de 7 beraz xwe bi rêz kirin e û di nava zeviyan de dibezin.    Gundiyan ragihand ku beraz bi salan e li herêma wan nedihatin dîtin û piştî bi salan wan berazan li derdora gund dîtine. Hat gotin li heman herêmê di vê demsalê de beraz gelek zêde bûne.