Parêzer Kuzu: Gulser Yildirim bi hêcetek ku di lîteratûr de nîne tê girtin 2018-12-25 10:19:32   MÊRDÎN – Parêzerê Gulser Yildirim Erdal Kuzu diyar kir ku miwekîla wî bi hêcetên bêbinî girtî ne û got: “Birêz Yildirim di lîteratûrek ku bersiva di qada hiqûq û qanûnan de nîne girtî tê darizandin."    Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim ji 4’ê mijdara 2016’an ve girtî ne. Dadgeha herêmî ya Mêrdînê 7 sal û 6 meh ceza li Yildirim birî bû. Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê cezayê Yildirim xera kiribû û tê darizandin. Danişîna Yildirim li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê tê dîtin. Heta niha sê danişîn hatine dîtin. Danişînek din a Yildirim dê di 8’ê sibata 2019’an de bê dîtin. Di her danişînê de daxwaza berdana Yildirim ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.    Di danişîna dawî ya Yildirim de bi hêceta “Dema Qanûna Înfaza rojane li ber çavan bê girtin” nehat berdan û balkêş e ku vê îfadeyê li hêcetan hatiye zêdekirin.    'DADGEHÊ XWE XISTIYE ŞÛNA DADGERIYA ÎNFAZÊ’    Parêzerê Yildirim, Erdal Kuzu vê îfadeya hêcetê nirxand û destnîşan kir ku dadgehê xwe xistiye şûna dadgeriya înfazê. Kuzu anî ziman ku Qanûna Înfaza Rojane di hiqûqê de tu bersivek wê nîne û got: “Di lîteratûrê de qanûnek wiha ku tu bersivek wê nîne ye. Di nava hêcetan de Qanûna Înfaza Rojane nîne. Dadgehê bi awayek pêkenok û ku di asta mîzahê de ye hêcet nîşan da. Ev yek pir zelal dike ku miwekîla me bê cezakirin. Doza Yildirim jî yek ji dozên ku tîpîk a mîna darizandinên siyasetmedarên kurd e. Divê miwekîla me birêz Yildirim bihata berdan. Ji bo kurdan û siyasetmedarên gelê kurd jî rêbazên taybet ên darazî tên bikaranîn.”   MA / Ahmet Kanbal