Hevşaredarê Bazîdê Ozbay ê girtî: Vîna Bazîdê li holê ye 2018-12-25 09:16:56   AGIRÎ - Hevşaredarê Bazîdê Rohat Ozbay ê girtî, destnîşan kir ku qeyûm bîra civakiyî tune dikin û got: "Vîna Bazîdê li holê ye û pir zelal e. Em hay ji vê hene û pê bawer in."    Ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an partî namzetên xwe û polîtîkayên xwe yên ji bo hilbijartinê diyar dikin. Hevşaredarên Bazîda Agiriyê Rohat Ozbay û Delal Taşdemîr ên di hilbijartina herêmî ya 2014'an de ji sedî 62.46 deng wergirtibûn di 23'yê Çileya 2017'an de tevî endamên meclîsa şaredariyê hatibûn binçavkirin û paşê qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin. Hevşaredar Rohat Ozbay ku paşê hat girtin û niha di Girtîgeha Wanê de ye, bi rêya rojnamevan Nedîm Turfent ê di heman girtîgehê de ye der barê hilbijartina herêmî de ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî.    Ozbay, destnîşan kir ku kesên vîna gel kelemçe kirine tim behsa vîna gel dikin û got: "Behskirina vîna gel argumaneke rêbaziyî ye. Bi rêya bîrbiriyên bi mekanîka endezyariya civakiyî tên çêkirin, tê xwestin tiştekî nû bê sepandin. Îktîdar vîneke derî ya xwe qebûl nake. Êdî behskirina demokrasiyê zehmet bûye. rewşeke monotolîk a hişk heye."    'NEXWE BILA QEYÛMAN WEKÎ NAMZET NÎŞAN BIDIN'   Ozbay daxuyaniya Erdogan a ji bo hilbijartina herêmî ku gotibû "em ê dîsa qeyûm tayînî bikin" bi bîr xist û got: "Gotiye ger di hilbijartina herêmî de namzetên HDP'ê bi ser bikevin ew ê dîsa qeyûm tayîn bikin. Ev tê wateya kelemçekirina vînê. Bi vê yekê bi awayekî aşkere îlan kiriye ku ji bilî wî kî bi ser bikeve ew ê qebûl neke. Di rewşeke wisa de ne pêkan e mirov behsa rewabûnê bike. Ji ber bi nikarin bi mekanîzmayên xwe yên heyî tişta dixwazin bi dest bixin, vê carê serî li zorê didin. Wateya hilbijartinê çî ye? Madem hûn ê vînê red bikin, nexwe hewcetî bi ew qas ked, mesaî û xerckirina pereyî tune ye! Krîzeke aborî heye, qet nebe bila barê xezîneyê neyê girankirin! Tayînkirin wê hêsantir û bêmesref bin. Jixwe gelek sererastkirinê derî hiqûqê hene. Her wiha bi KHK'ya Jimare 674'an tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyan jî çêkirin. Li gor vê li şûna kesên bi hilbijartinê hatine hilbijartin, ji navendê kes hatin tayînkirin. Tê derpêşkirin ku ev kes xebatên baş dikin û gel wan qebûl dike. Eger wisa be wê gel destekê bidin qeyûman. Nexwe qeyûmên hatine tayînkirin, wekî namzet bên nîaşndan!"    Ozbay, destnîşan kir ku qeyûm şaredarî veguherandine qereqolan û got: "Şaredarî bi bariyeran hatine dorpêçkirin, xebatkar tên sehîkirin. Ev tê wateya ku mirovan wekî xetere dibînin. Nexwe ne pêkan e ku ew û kesên wekî xetere tên dîtin li hev bin."    'BÎRÊ HEDEF DIGIRIN'    Ozbay, bilêv kir ku qeyûm êrîşî nirxên çandeyî yên kurdan jî dikin û got: "Civakeke ku bîra xwe winda kiribû û bîra wê hatibe tunekirin wê nikaribe bi awayekî baş muhakemeyê bike. Dikarin berên civakeke wisa bidin her derî. Dikarin her tiştî bi wan bikin. Yanî civakeke wisa vediguhere koleyên nebîbir. Ehmedê Xanî bîreke civakiyî ye. Bi êrîşa li peykerê wî yê li Bazîdê ev bîr hedef hatiye girtin."    'VÎNA BAZÎDÊ LI HOLÊ YE'    Ozbay ji bo hilbijartina herêmî ya bê jî diyar kir ku Bazîd di hilbijartina 1999'an de ji sedî 51, di ya 2004'an de ji sedî 57, di ya 2009'an de ji sedî 62 û di ya 2014'an de jî ji sedî 63 deng wergirtine û got: "Vîna Bazîdê li holê ye û pir zelal e. Em hay ji vê hene û pê bawer in."