Wekîlên HDP’ê: Kadîr Sakçi ji ber Kurdbûna xwe hatiye kuştin 2018-12-24 17:04:48 STENBOL – Wekîlên HDP’ê serdana sersaxiya Kadîr Sakçi yê li Sakaryayê ji ber ku bi Kurdî axivî hat kuştin kirin. Parlamenterê HDP’ê Mensur Işik diyar kir ku cînayet di encama êrîşek nijadperest de pêk hatiye û malbat hêj tê tehdîtkirin.    Parlamenterên HDP’ê li taxa Yenî ya girêdayî navçeya Hendek a Sakaryayê serdana sersaxiya Kadîr Sakçi yê ji ber bi Kurdî axivî bû û hatibû kuştin kirin. Parlamenter Mensur Işik û Zuleyha Gulum jî di nav de heyetek ji HDP’iyan pêk dihat çû mala sersaxiyê û sersaxiyê ji malbatê re xwest.    ‘WALÎ BÛYERÊ BEREVAJÎ DIKE’    Piştî serdanê Parlamenterê Mûşê Mensur Işik daxuyanî da û wiha got: “Malbatê qala bûyerê ji me re kir. Daxuyaniya Walîtiay Sakaryayê derewek mezin e. Walîtî dibêje ku êrîş ne ji ber kurdbûnê pêk hatiye û dibêje ku bûyerek edlî ye. Wek bûyerek edlî didin nîşandan. Ev agahî şaş e. Çima walîtî dixwaze ser vê bûyerê bigire. Em hemû baş dizanin ku walî jî dizane berpirsê vê bûyerê desthilatdariya siyasî ye.   MESELEYA KURDBÛNÊ YE    Di encama zimanê îktîdarê ya li dijî kurdan de êrîşên wiha cihêkar û dijminiyê derdikevin. Bûyer pir zelal e û li holê ye. Di navbera bav-kur û kujer de nîqaşa Kurdbûnê derketiye. Kujer dibêje ‘Hûn ji Sûriyeyê ne?’ Kadîr Sakçî jî bersiv dide û dibêje ‘Na em ne ji Sûriyeyê ne em Kurd in.’ Ji ber vê yekê gotiye birayê me hatiye qetilkirin.”    ‘MALBATÊ TEHDÎT DIKIN’    Işik anî ziman ku berevajîkirina bûyerê tu çareseriyê bi xwe re nayne û dê ser bûyerê jî neyê niximandin. Işik da zanîn ku îfadeyên Burhan Sakçi yê birîndar jî bi gefan hatiye guhertin û malbata Sakçi hêj li navçeyê tê tehdîtkirin.    Hat zanîn ku Burhan Sakçi yê li nexweşxaneyê dihat dermankirin îro ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û birine malê.