Rojnameger Sayilgan nehat berdan: Çapemeniya azad dê serî netewîne 2018-12-24 16:30:27   MÛŞ – Rojnameger Îdrîs Sayilgan di danişîna xwe de parastina xwe kir û got: “Me wek çapemeniya azad serî netewand û em ê serî netewînin.” Danişîn hat taloqkirin.    Danişîna 5’emîn a doza nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK’ê hat girtin Îdrîs Sayilgan li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat dîtin. Sayilgan ji ber xebatên xwe rojnamegeriyê bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” û “Endamê rêxistinê ye” tê darizandin.    Sayilgan bi rêya dîmen ji Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê beşdarî danişînê bû. Parêzerê Sayilgan Bariş Oflas, Berdevkê Însiyatîfa Rojnamgerên Azad (ÎRA) Hakki Boltani malbata Sayilgan û hempîşeyên wî doz şopandin.    DOZGER CEZA XWEST    Dozger mutala xwe pêşkêşî heyeta dadgehê kir û xwest Sayilgan bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” bê cezakirin û dewam girtina wî daxwaz kir.    ‘EZ ROJNAMEGER IM’    Sayilgan li dijî mutalaya dozger parastina xwe bi kurdî kir û got: “Danişînên berê jî min parastina xwe kiribû. Min xwest ez li salona danişînê amade bim. Wê demê OHAL’ê dikirin hêcet. Niha jî bi hêceta ‘em nikarin te bibin’ daxwaza min red dikin. Wek ku min berê jî gotibû ez rojnameger im. Tişta ku min kiriye xebatên rojnamegeriyê ne. Sûcek wiha nîne. Nûçeyên kirine mijara angaştan ne sûc e û ev di çarçoveya endamtiya rêxistinê de nayê nirxandin. Ez çawa dibim endamê PKK’ê? Ya jî çawa endam im û di kîjan astê de me? Ez kengê bûme endamê vê rêxistinê? Min ji kî ferman girtiye? Xwediyê van angaştan divê angaştan ispat bike.   EM Ê SERÎ NETEWÎNIN    Em çi jî biaxivin ji bo we tu maneyek nabîne. Heyet ji me bawer nake. Nêrîna heyetê ya ji bo dozê ne hiqûqî, ehlaqî û wîjdanî ye. Nêrînek siyasî ye. Min ji bo parastinê amadekarî kiribû. Lê ez şerm dikim ku parastinê bikim. Ji heyetê daxwazek min û daxwaza berdanê nîne. Tu bendewariyê min ji vê heyetê tune ne. Ji sedî sed ev dozek siyasî ye. Me wek çapemeniya azad serî netewand û em ê serî netewînin. Bijî çapemeniya azad.”    'TIRKIYE LI DMME’YÊ TÊ DARIZANDIN’    Parêzerê Sayilgan, Bariş Oflas jî parastina miwekîlê xwe kir û serlêdana ji bo DMME’yê pêşkêşî heyetê kir. Oflas got: “DMME bi lez dosyeya Îdrîs nirxand. Di demek nêz de dê têkildarî binpêkirina mafên rojnamegeriya azad biryarek bê dayîn. Em li benda biryara DMME’yê ne. Li vir Îdrîs tê darizandin, lê li Tirkiye li DMME’yê tê darizandin.”    DANIŞÎN TALOQ BÛ    Piştî parastinê heyeta dadgehê bi daxwaza di danişînek din de Sayilgan û yên pê re tên darizandin amade bin danişînê taloqî 25’ê çileya 2019’an kir.