ESP’ê ji bo tevlîbûnên dozên Guven û Otlu bang kir 2018-12-24 14:49:23   AMED - Endama MYK’a ESP’ê Denîz Aktaş, ji bo tevlîbûna danişînên dozên Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlu û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ên dirojên beşde bên dîtin bang kir.     Rêxistina Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) ê ya Amedê, derbarê danişîna Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlu ya sibe li Edliya Çaglayana Stenbolê bê dîtin de, li avahiya partiyê civîna çepemeniyê lidar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Dersîm Dag, Salîha Aydenîz, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn, Hevserokên DBP’ê yên Amedê Naşîde Toprak û Îbrahîm Çîçek beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘DARIZANDIN NE HIQÛQÎ, SIYASIYE’   Endama MYK’a ESP’ê ya Amedê Denîz Aktaş, di civînê de axivî û bal kişand ser darizandina bê hiqûqî ya Serokê Giştî yê ESP’ê Çîçek Otlu. Aktaş, diyar kir ku bi delîlên derew û bi awayekê bêhiqûqî seroka me tê girtin. Aktaş da zanîn ku ev darizandin ne hiqûqî, siyasiye û wiha got: “Dixwazin bi parvekirinên medya civakî û beşdarbûna merasîmên cenazeyên şereşgeran, wan sûcdar bikin. Ji ber van sedeman Çîçek Otlu sal û nîvek girtiye. Yek ji şoreşgerên welatparêz ên di hedefa rejîma Qesrê deye, Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven e. Em bang li hemû kesan dikin ku sibe beşdarî danişîna doza Seroka me ya Giştî Çîçek Otlu û danişan Leyla Guven a dê di 26’ê Kanûnê de bê dîtin bibin.”    ‘TIRKEYE VEGUHERIYE GIRGÎGEHEK SERVEKIRÎ’   Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî axaftinek kurd kir û wiha got: “Tirkiye veguheriye girtîgehek servekirî. Li dijî tifaqa faşîzmê, dê kesên li ber xwe didin û çongên xwe danaynin erdê qezenc bikin.”