ÎHD: Divê desthilatarî dev ji polîtîkayên nijadperestiyê berde 2018-12-24 12:17:45 STENBOL – Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê kuştina Kadîr Sakçi û birîndarkirina kurê wî Burhan Sakçi bi gotinên “ev encama polîtîkayên nijadperestî û cudakariyê ye” şîrove kir û bang li desthilatdariyê kir ku dev ji van polîtîkayan berde.    Şaxa Komeleya Mafên Mirova ya (ÎHD) Stenbolê têkildarî kuştina Kadîr Sakçi û birîndarkirina kurê wî Burhan Sakçi daxuyaniya nivîskî da. ÎHD’ê diyar kir ku ew hemû êrîşên nefretê şermezar dikin û got: “Êrîşên nefretê raste rast encama polîtîkayên nijadperest û cudakariyê ne. Bi hedef girtina desthilatdariyê re her roj li dijî kurdan, elewî, LGBTÎ+’yî û hemû kesên xwedî nasnameyên cuda rastî êrîşan tên û her roj bûyerek li van êrîşên nijadperest zêde dibe. Êrîşên wiha yên nijadperest û nefretê gumanên me zêde dike. Em êrîşa li dijî Kadîr û Burhan Sakçi û hemû êrîşên nefretê carek din şeremzar dikin. Em bang li desthilatdariyê dikin ku demildest dev ji van polîtîkayên nijadperest û cudakariyê berde.”    BAV KUŞTIN LAW BIRÎNDAR KIRIN    Kadîr Sakçi (43) û kurê wî Burha Sakçi (16) bi boneya gotin "em kurd in" li Sakaryayê rastî êrîşa çekdarî ya nijadperestekî hatibûn. Kadîr Sakçi li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû û kurê wî Burhan ê bi giranî birîndar bibû hêj li nexweşxaneyê tê dermankirin.