Helbestvan Tellî: Gelekan ez nas nedikirim xuya bû di kontrola polîsan de hatin 2018-12-24 11:56:16   ENQERE - Helbestvan Ahmet Tellî, piştî ku di gotubêjek li Zanîngeha Hacettepe rastî gefên nijadperestan hat, têkildarî êrîşan diyar kir ku gelek kesan ew nas nedikir û xuya bû ku di kontrola polîsan de hatibûn û wiha got: "Di ketina derî de pirsa "Ev e?" pirsîn. Dema ez li texsiyê suyar bûm, min dît polîs heye. Xuya bû di kontrola polîsan de hatibûn."    Helbesvan Ahmet Tellî, di 20'ê kanûnê de li ser banga Koma Pirtûkan a Zanîngeha Hacettepe Li Zankoya Wêjeyê ya Zanîngeha Hacettepe bû mêvanê gotubêja “Di serdema Komarê de Wêje". Tellî, di civînê de rastî gefên komên nijadperest hat. Telli, der barê gef û êrîşên lîncê de de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. Tellî wiha got: "Xwendekarên Tipê yên Kuluba Pirtûkan ên Kampusa Sihhiye ya Zanîngeha Hacettepe ji min xwest em gotîbêjekê çêkin. Min jî xwest destûrê bistînin. Xwendekaran jî ji rêveberiya zaningehê destûr xwestin. Ez jî çûm beşdarî gotûbêjê bûm. Gotubêja saet di 15.30’an de dest pê kir bi kêfxweşî pêk hat. Piştî deqîqeya 55’an sekreterê beşê hat got 'Ez nikarim yên li derve rawestînim, divê hûn salonê vala bikin'. Min ewil fam nekir. Piştre min fikara xwendekaran dît me salon vala kir.    'DEMA EZ LI TEXSIYÊ SUYAR BÛM MIN POLÎS LI TENIŞTA NIJADPERESTAN DÎT'    Telli, da zanîn ku dema derket, ji bo li texsiyê suyar bibe, meşiya ser koma ku li derî sekinibûn û wiha got: "Dema ez di nava wan re derbas bûm, rê dan min: "Min hêj 3-5 gav neavêtibû, li pişt min dirûşmeya "Tu dibêje dewleta qatil. Dewlet em in. Hacettepe dê li te bibe goristan" berz kirin. Ji bo ez bigêjim texsiyê diviya bû ez 150 metreyan bimeşim. Ez hêdî hêdî meşiyam. Min li pey xwe nenerî û çûm li texsiyê suyar bûm. Dema ez li sexsiyê suyar bûm koma li pişt min hêj dirûşme berz dikir. Dema min li komê nerî min dît ku kom di kontrola polîsan de  hatine. Ez wê kêliyê ku di nava komê re meşiyam û li pişt min dirûşme berz kirin tu car ji bîr nakim."   'XUYA BÛ KU JI DER Û DORÊ KOM KIRIBÛN'    Tellî, anî ziman ku yekem car rastî rewşa wisa nayê û wiha got: "Ger ku tecrûbeyên min tunebûya ezê bitirsiyama û têketama nava panîkê. Beriya salên 1980'an jî gelek caran rastî gefên nijadperestan hatim. Cara ewil min li Kırıkkale lêdan xwaribû. Vê carê ez aram bûm. Min zanîbû ku ev kom ji der û dorê hatine komkirin û nikarin tiştekî bikin. Wan ez nas nedikirm. Dema ez di nava wan re derbas bûm û meşiyan deriyê derve di nava xwe de ji hev pirsîn gotin "Ma ev e?" Xuya dibû ku min nas nakin. Di nava wan de kesekî ez nas dikirim. Min di gotûbêjê de li ser pirsa xwendekarekî got: "Wîcdanê civakê tune. Wîcdanê kesan heye. Çanda lîncê ya civakê heye. Wîcdan tekakesî ye. Piştî 15 şûnde dema ez ji salonê derketim li derve rastî gefan hatim."    'DEMA KOMKUJIYA ERMENIYAN Û DÊRSIMÊ PÊK HAT EV CIVAK LI KU BÛ?'    Di civakê de kesên bi wîcdan hene. Dema li vî welatî komkujiya Ermeniyan pêk hat ev civak li ku bû. Wîcdan li ku bû? Dema Komkujiya Dersîmê pêk hat civak li ku bû. Wîcdanê civakê li ku bû. Ji ber vê yekê wîcdanê civakê nabe. Wicdanê kes û tekakesî dibe. Niha çanda lîncê sor dikin. Bi çanda ol û ên din lîncê zêde dikin. Sor dikin. Ger ku di nava civakekê de kesek tiştekî nizanibe, teslîmî ê din dibe. Çanda lîncî hinekî girêdayî nezanînê ye.  Ger ku di yê zane de wicdan tune be, dê sor bike û bixwaze bikuje. Piştî bûyerê min dît ku ji çar aliyê cîhanê piştgirî dan min. Min dît ku ez ne tenê me. Ji ber vê yekê pêdivî bi hêza rexîstinê heye. Divê hemû hêzên xwedî wîcdan li hev kom bibin û hêza rêxistinê avabikin"    MA / Berîvan Altan