Hunermend Akpinar û Gezen hatin binçavkirin 2018-12-24 11:08:58   STENBOL – Hunermendên sînemayê Metîn Akpinar û Mujdat Gezen ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û ji bo îfade bidin birin edliyeyê.    Hunermendên sînemayê Metîn Akpinar û Mujdat Gezen beşdarî bernameya “Arenaya Gel” a Halk TV bibûn û li dijî Serokomar Recep Tayyîp Erdoğan nerazîbûna xwe anîbûn ziman. Erdogan jî duh bi gotinên “Gelaleya humermendan e, wê bedelê yekê bidin” Akpinar û Gezen hedef nîşan dabû. Polîsan vê sibêhê çûn ber malên hunermendan û ew binçavkirin. Hunermendan diyar kir ku dozgeriyê ji bo îfade bang li wan kiriye. Gezen û Akpinar ji bo îfadeyên bên girtin birin Dageha Anadoluya Stenbolê.