Prof. Dr. Fîncanci: Çi ji destê min bê ezê bikim têkoşîna min didome 2018-12-24 09:46:20   STENBOL - Seroka Giştî ya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, destnîşan kir ku cezayê lê hatiye birîn nîşan dide ku karê xwe çiqas baş dike û wiha got: "Ji bo ez karê xwe baştir bikim çi ji destê min bê ezê bikim. Têkoşîna min didome."   Seroka Giştî ya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, ji ber danezana “Em nabin şirîkê vî sûci" îmze kir bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye 2 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Prof. Dr. Fîncanci, destnîşan kir ku cezayê lê hatiye birîn nîşan dide ku karê xwe çiqas baş dike û wiha got: "Ji bo ez karê xwe baştir bikim çi ji destê min bê ezê bikim. Têkoşîna min didome. Cezayê hatiye birîn bedala ronîkirina heqîqetê ye. Rû bi rûbûna heqîqetê her dem bi êş û jan e. Li şûna berpirsiyariya xwe têxin nava lêpirsînê sûc davêjin ser ên din. Wekî ku li holê sûc tune ye tev digerin. Lê di vê bûyerê de jî me got em nabin şirîkê sûc. Ji ber ku me vîna em nebin şirîkê sûc aşkere kir wekî ku me sûc kiribe nîşan dan. Kesên bi dengê bilind sûcê heyî anîn ziman û dijberiya xwe ya sûc destnîşan  kirin rastî cezayên cuda hatin û wekî sucdar hatin nîşandan.    AŞKEREKIRINA SÛC WEKÎ DELÎLÊ SÛC HAT NÎŞANDAN   Fincanci, anî ziman ku dosyayên din li ser vê dosyayê bar kirin û aşkerikirina sûc, amadekirina rapora Cizîrê wekî delîlên sûc li dosyayê zêde kirin û ceza birîn. Fincanci, da zanîn ku di dîmen û wêneyên berê ku tev li panel û semîneran bûbû û pêşkêşvanî kiribû û rapora wê ya der barê Cizirê de wekî delîlên sûc hatin nîşandan û li dosyaya wê hatin zêdekirin û wiha got: "Rapora Cizîrê, gotûbêjên min ên rojnameyan wekî delîl hatin nîşandan. Sûc nîşan dan. Ev nîşan dide ku azadiya îfadeyê qet nemaye. Tu qîmeta gotina rexneyê nemaye. "Kirdeya rexneyê nediyar e. Lê bi her awayî dibe propaganda terorîstan li Tirkiye."    TÊKOŞÎN DÊ BIDOME   Fincanci, herî dawî anî ziman ku cezayê li wê hatiye birîn nîşan dide ku karê xwe çiqas baş û serkeftî dike û wiha got: "Ji bo ez karê xwe baştir bikim çi ji destê min bê ezê bikim. Ez ê ji berê bêtir têbikoşim û têkoşîna min dê bidome.    MA / Melike Ceyhan