Malbatên Roboskî: Hem zarokên me kuştin û hem jî me didarizînin 2018-12-24 09:06:13 ŞIRNEX – Di ser Komkujiya Roboskî 19 jê zarok 34 kes ji aliyê balafirên şer ve hatin kuştin de 7 sal derbas dibe. Malbatan got: “Hem zarokên me kuştin û hem jî me didarizînin.”  Di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) çoltera gundê Roboskî girêdayî navçeya Qilebana Şirnexê ve bombebaran kirin, 19 jê zarok 34 kes jiyana xwe ji dest dan. Di ser komkujiyê re 7 sal derbas bû. Rayedarên hikumetê yên wê demê û çapemeniya Tirk komkujiyê wek “Qezaya operasyonekê” dan nîşandan. Xwestin bi şiklê qezayê ser komkujiyê bigirin. Tevî ku 7 sal derbas bû jî hêj kujerên komkujiyê nehatine dîtin.   DMME’YÊ SERLÊDANÊ RED KIR    Têkildarî komkujiyê Serdozgeriya Komarê ya Qilebanê dosyeyek amade kir û pişt re Dozgeriya Eskerî ya Sererndariya Giştî biryara “neşopandinê” ji bo dosyeyê da. Dû re dosye birin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û li vir jî bi hêceta “ewraq kêm in” hat redkirin. Li ser vê yekê 281 serlêderan dosye şandin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME). DMME nêzî du salan dosyeyê sekinand û bi hêceta “rêyên hiqûqa navxweyî qediyan” dosyeyê red kir.    JI DAXWAZA XWE YA EDALETÊ PAŞ DE GAV NAVÊJIN    Malbatên Roboskî ji vê rewşa redkirina dosyeyê ya ji aliyê DMME’ê ve hin siyasetmedarên kurd, Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrvena Elçî û parêzerên Baroya Şirnex bepirs nîşan dan. Têkoşîna edaleta malbatên Roboskî ya malbatan 7 sal e bênavber didome. Malbat 350 hefte zêdetir e bi daxwaza “Ji bo Roboskî û edaletê bila kiryar ben darizandin” diçin ser gora zarokên xwe dixwazin kujer bên darizandin.    FERHAT ENCU YÊ BIRAYÊ WÎ JIYANA XWE JI DEST DA HÊJ GIRTÎ NE    Ji ber ku daxwaza malbatan a edaletê pêk nayê hêj wek roja komkujiyê birîn û êşa wan taze ye. Di vê pêvajoya çalakiyan de ji ber pankart û çalakiyên li dar xistine bi dehan lêpirsîn ji bo malbatan hat destpêkirin û der barê gelek kesan de doz hatin vekirin. Hêj malbat ji bo îfade dayînê hema bêje her roj li deriyê dadgehan e. Malbatan di sala 2013’an ji bo Roboskî Komeleya Edalet û Aştiya Li Ser Rûyê Erdê (Roboskî-Der) ava kirin û komel di sala bihûrê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hat girtin.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê yê berê Ferhat Encu yê bira û gelek xizmên xwe di komkujiyê winda kir, bi rêjeyek bilind hatibû bijartin. Encu ev du sal e girtî ye û tê darizandin.    CIWAN JI BER BÊKARIYÊ KOÇ DIKIN    Gorên 34 kesan li ber gund in. Malbat her roj bi êşa zarokên xwe radikevin û radibin. Hin malbat bi hiş eşyayên ji zarokên wan mane xwe dilxweşî dikin. Malbatên Roboskî cilên reş li xwe dikin. Dawet û cejnên xwe di nava şînê de derbas dikin û tişta malbat dikişînin tenê ne ev in.    Malbat piştî komkujiyê rastî gelek neheqiyên aborî jî hatin. Bazirganiya sînor jî bi temamî hat astengkirin. Ciwanên gund neçar man ji gund berê xwe bidin metropolan û bixebitin. Gelek ciwanên bêkar dimînin neçar in şivaniyê li gund bikin. Gelek mirovên gund jî di bîrên komirê ku wek “bîrên mirinê” tên pênasekirin de dixebitin.    ‘BILA ZEN NEKIN EM Ê JI BÎR BIKIN’    Şivan Encu hêj 16 salî bû û di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Şivan Encu wek hemû malbatan hêj êşa zarokê xwe dijî. Dayika Şivan Encu, Hediye Encu xwest kiryarên zarokên wan bên dîtin û got: “Ev 7 sal e ez di şînê de me. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe.”   Piştî kuştina Şivan, çend roj berê birayê wî Sînan (19) ê hêj di temenê zarokatiyê de barê malbatê da ser pişta xwe di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Dayik Encu got piştî komkujiyê wan rojek xweş derbas nekiriye û got: “Piştî komkujiyê keça min nexweş ket û hêj baş nebûye. Bila kiryarên kujerê zen nekin ku em ê komkujiyê ji bîr bikin. Em ê tu carî vê êşa giran ji bîr nekin. Em ê her tim li pey doza zarokên xwe bin.”    'HEM DIKUJIN Û HEM JÎ ME DIDARIZÎNIN’    Kadriye Encu ya kurê wê Hamza di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da 34 wêneyên qurbaniyan li odeya xwe daleqandine. Dayik Kadriye got: “Em hêj li ser piya ne. Her hefte em çalakiya edaletê li dar dixin. Em dawedar in. Her kesê xwedî wîjdan bila li doza me xwedî derkeve. Divê tu kes me bi tenê nehêle.”    Dayik Encu pêvjoya hiqûqî ya têkildarî komkujiyê jî bi bîr xist û got: “Di dozê de me bi tenê hiştin. Vê yekê jî me bi kûrahî birîndar kir. Hêj der barê me de doz didomin. Bêedaletiyek wiha li tu deverê cîhanê nîne. Hem zarokên me dikujin û hem jî me didarizînin.”    MA / Gokhan Altay-Ahmet Kanbal