Sadak: Ergenekon û FETO aşkere bûn dê ev ekîb jî aşkere bibe 2018-12-23 11:00:52   AMED – Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Selîm Sadak ê di nava “wêneyê bi kelepçekirî” de yê di sala 2009’an de li ber Dadgeha Amedê cih girt wiha got: “Duh endamên Ergenekon û FETO xebitîn û Tirkiyeyê xistin zorê. Îro jî vê ekîba nû dê Tirkiyeyê bixe zorê.”    Di 4’ê Nîsan 2009’an de operasyona navê “KCK” lê hat kirin û navenda wê Amed bû di 24’ê Kanûna 2009’an de derket lûtkeyê. Bi dehan siyasetmedar, şaredar, parêzvanên mafên mirovan di nav de 80 siyasetmedarên kurd di bin navê operasyona “KCK” de hatin binçavkirin. Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê li Amed, Êlih, Wan, Colemêrg, Sêrt, Şirnex, Riha, Dersim, Stenbol, Enqere û Îzmîrê operasyon pêk hat. Hemû siyasetmedaran li Miduriyeta Polîsan a Amedê kom kirin. 57 siyasetmedaran piştî îfadeyên emniyetê hatin berdan û yên mayîn jî bi hev re derxistin Dadgeha Amedê.    Dema siyasetmedaran ji maşîneyên emniyetê derxistin û birin hundirê Dadgeha Amedê, hemû bi kelepçeyên plastîk li dû hev wêneyên wan hatibû kişandin û navê “Duh Helebçe, îro kelepçe” lê hatibû kirin. Ew wêne gelek di raya giştî ya cîhanê de dengek mezin vedabû û bibû mijarek sereke. Her çiqas bi salan bi ser wî wêneyê rî derbas bû jî lê hêj ji bîra kesî derneketiye.    Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selîm Sadak ê wê demê Şaredarê Sêrtê bû û di wêne de cih digirt, polîtîkaya wê demê ya li dijî siyaseta kurd û wî wêneyî nirxand.    'LI BER EDLIYÊ DESTÊN ME KELEPÇE KIRIN’    Sadak anî ziman ku heta wan neanîbûn Dadgeha Amedê kesî kelepçe nekirin û got: “Piştî me bi otobusan anîn, rewşê guhertin. Dema me ji otobusan daxistin li ber derî yek bi yek kelepçeyan li destê me xistin. Em li hember wê pêkanîna polîsan şaş man. Dema em li emniyetê bûn û me birin nexweşxaneyê jî kelepçe li destê me nexistin. Lê dema li ber Edliyê kelepçe li destê me xistin em pir matmayî mabûn.”    'VÎ WÊNEYÎ PEVÇÛNAN KÛR KIR’     Sadak diyar kir ku wêneyê “Duh Helebçe, îro kelepçe” piştî du rojan ji aliyê ajansên nêzî hikumetê ve hat parvekirin û got: “Ev wêne nakokî û pevçûna di navbera îktîdar û siyaseta Kurd de kûr kir. Dewletê jî berpirsên wêne destek kirin. Kesên me binçavkirin û wan pêkanînan anîn serê me îro hemû girtî ne û tên darizandin. Hin ji wan kesan reviyan derveyî welat. Heman ekîbê der barê endamên Ergenekonê de delîlan kom kirin. Lê ev delîl hatin betalkirin û pûç derxistin. Endamên Ergenekonê hemû hatin berdan. Lê hemû kurdan jî digirtin û diavêtin hepsan. Li siyasetmedarên kurd cezayan birîn. Dema mijar dibin kurd wek potansiyelek sûc tên dîtin. Îro jî heman tiştî bi serê siyasetmedarên kurd de pêk tînin.”    ‘HIŞÊ WAN HEVPAR DIJMINTIYA KURDAN E’    Sadak da zanîn ku nêzîkatiya dewletê ya wê serdemê li hember kurdan çi be îro jî nêzîkatiya li hember kurdan heman tişt e û got: “Di sala 1994’an de endamên Ergenekonê delîlan kom kirin û ez jî di nav de siyasetmedarên kurd dan girtin. Piştî sala 2004’an komkirina delîlan dewrî endamên FETO hat kirin. Li dijî siyasetmedarên kurd her serdemê bi awayên cuda siyaseta qirkirinê pêk tînin. Piştî Ergenekon endamên FETO hatin û ewil endamên Ergenekonê dan girtin. Ekîba niha jî hat û endamên FETO dan girtin. Dê siberojê diyar bibe ev koma nû kî ne. Wê aşkere bibin. Wê ev jî bên darizandin. Dibe ku siyasetmedarên kurd bikujin û bidarizînin, lê di doza xwe de mafdar in û dê mafê xwe bi dest bixin jî. Klîkên van hemûyan ên hevpar dijminatiya kurdan e. Enqere xwe li ser dijminatiya kurdan birêve dibe.”    'BILA JI BO XWE BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIN’    Sadak destnîşan kir ku divê ji bo aştî û aramiya Tirkiyeyê demildest tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got: “Ez bang li desthilatdariyê dikim. Xelatkirina herî baş û pîroz a Tirkiyeyê ew e ku tecrîdê rakin. Ne ji bo me bila tecrîdê rakin, bila ji bo xwe tecrîdê rakin û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.”    MA / Mehmet Şah Oruç