Welatiyan dibistan û ocaxa tenduristiyê xwest, qeyûm avahî û erazî firot 2018-12-23 10:17:53   MÊRDÎN – Welatiyên taxa Xelîla ya navçeya Kerboranê xwestin cihê avahiya şaredariyê û erazî bibe dibistan û ocaxa tenduristiyê, lê qeyûmê tayînî şaredariyê hat kirin avahî û erazî bi erzanî firot. Welatiyan ji bo firotin bê betalkirin nêzî hezar îmzeyan kom kir.    Bajarokê Xelîla girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê ye. Beriya Xelîla statûya taxê bi dest bixe bajarok bû. Bi salan e lîse û ocaxek tenduristiyê nîne. Ev yek jî dibe sedema mexduriyeta welatiyan. Niha nêzî 6 hezar nifûsa wê heye û yek ji taxên herî mezin a herêma Kerboranê ye. 300 xwendekarên wê yê lîseyê her roj neçarin 8 kîlometre biçin navenda navçeyê dibistanê.    TENÊ TABELA MAYE    Li gund bi salan berê ocaxek tednuristiyê hatiye çêkirin û niha tenê tabelayek wê maye. Bi salan e Wezareta Tenduristiyê ne bijîşkek û ne jî hemşîreyek tayînî gund kiriye. Rayedaran salek berê tenê li gund tabelayek daliqandine. Şêniyên gund saleke ji bo ocaxa tenduristiyê çalaktir bibe serî li Qeymeqamiya Navçeyê didin. Lê heta niha bersiva gundiyan nehatiye dayîn.    AVAHÎ Û ERAZIYA BI 400 HEZAR TL’YÎ BI 185 HEZAR TL’YÎ FIROTIN    Welatî neçar dimînin ji bo nexweşînên xwe biçin navenda naçveyê. Şêniyên gund dixwazin li şûna avahiya şaredariyê berê û eraziyên şaredariyê ocaxa tenduristiyê ya jî lîse bê çêkirin. Li şûna vê daxwaza gel Qeymeqamê navçeyê Rizvan Eroglu yê wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, hemû eraziyên şaredariyê firot.    Li ser fermana qeyûm avahiya şaredariyê ya berê bi 400 hezar TL’yî ji bo firotinê derxist îhaleyê. Kes beşdarî îhaleyê nebû û li ser vê yekê di meha mijdarê de bi 180 hezar TL’yî derxist îhaleyê. Li ser vê yekê ji aliyê karmendek di Karê Kanalîzasyon û Avê ya Şaredariya Mêrdînê (MARSU) de dixebite bi 185 hezar TL’yî hat kirîn.    JI BO BETALKIRINA FIROTINÊ ÎMZE KOM KIRIN    Şêniyên gund li dijî vê firotinê li ber avahiya hatiye firotin dij derketin û bertekên xwe nîşan dan. Şêniyan da xuyakirin ji bo daxwaza pêdiviyên wan pêk were cihê herî guncav şûna avahiya şaredariyê û eraziye ku ji wan re ocaxa tenduristiyê an go lîse bê çêkirin e. Şêniyan ji bo firotin betal bibe nêzî hezar îmzeyan berhev kirin û radestî şaredariyê kirin.    'BILA EWIL DAXWAZA ME BÎNIN CIH’    Keyayê gund bi endîşeya dê bibe hedef têkildarî mijarê neaxivî. Ji welatiyên gund Abdulsamet Bozkurt bertek nîşanî ji bo daxwaza wan pêk nayê da û got: “Hemşîyerek jî nîne. Zarokên me neçar dimînin diçin dibistanên Kerboranê. Heke ewil tiştek dikin bila ewil daxwaza gundiyan bicih bînin.”    ‘EM QEBÛL NAKIN’    Ji şêniyan Tahîr Elbîr jî bertek nîşanî fen û fûtên qeyûm da û got divê beriya her tiştî welatiyên gund biryarek tiştek wis bidin. Erbîl da zanîn ku bêyî haya wan jê hebe tiştek wiha pêk hatiye û ew ê van pêkanînên li ser xwe qebûl nekin.    MA / Ahmet Kanbal