Parêzerê Doza JÎTEM’ê ya Qoserê Kuzu: Bi fermana dewletê dosyeyan digirin 2018-12-23 10:10:39   MÊRDÎN - Prz. Erdal Kuzu, derbarê bersûcê Doza JÎTEM’ê ya Qoserê Albay Eşref Hatîpoglu yê ji Doza Lîcê beraet kir de axivî û got: “Bi fermana dewletê dixwazin dosyeyên faîl nediyar bi lez û bez bên girtin. Girtina van dozan ne  xelasiye.”    Li navçeya Licê ya Amedê di 22’ê cotmeha 1993’an de piştî kuştina bi guman a Fermandarê Mîrlîwa yê Herêmê ya Leşkerî Bahtiyar Aydin, leşker û polîsan navenda Licê şewitandin, di bûyerê de 16 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê doz hatibû vekirin û di danişîna dozê ya çend roj berê hat dîtin, bersûcê wê demê yê tenê dijî Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê Eşref Hatîpoglu beraet kir. Piştî vê biryarê çav vegeriyan ser Doza JÎTEM’ê ya Qoserê. Di navbera salên 1992 û 1996’an de, têkildarî kuştina 22 kesên li navçeya Qoserê ya Mêrdînê doz hatibû vekirin û Hatîpoglu weke bersûc di dozê de tê darizandin. Doza ku dinava raya giştî de weke Doza JÎTEM’ê ya Qoserê tê zanîn, di danişîna 18’ê Kanûnê ya hat dîtin de, dozger xwest mutala bide. Guman tê kirin ku ev doz jî mîna hemû dozên cînayetên kiryar ne diyar, şewitandina gundan û valekirin gundan, bi ceza nedayînê bê encam kirin.         ‘BI LEZ Û BEZ DIXWAZIN BIGIRIN’   Yek ji parêzerên dozê Erdal Kuzu, diyar kir ku rewşa dozê piştî tifaqa AKP û MHP’ê hat guhertin û dixwazin bi lez û bez bigirin û bi beraetê bi encam bikin. Kuzu, anî ziman ku wan ji berê de xwestibûn ku Doza Lîcê û Doza JÎTEM’ê ya Qoserê bikin yek, lê ev daxwaza wan hatibû redkirin. Kuzu, di dewama axaftina xwe de wiha axivî: “Cînayetên wê demê yên faîlên wan nediyar, kesên dibin çavan de hatin windakirin û înfaz kirin, yek ji polîtîkayên dewletê bû. Ev polîtîka bi destê JÎTEM’ê ya ji derveyî qanûnan hatibû avakirin, hat birêve birin. Di dawiyê de ev yek bi Rapora Lêkoşînê ya Meclîsê û Rapora Susurlukê teyît kirin. Di endama hewldan û têkoşîna malbatan heya vê astê hat.”   ‘DADGEH WEKE PARÊZERÊN BERSÛCAN TEVDIGERIN’   Kuzu, da zanîn ku dadgeha bi awayekê bi eşkere alîgiriyê dikin û wiha got: “Dadgeh di nava helwesteke alîgir dene. Bi vê dixwazin bersûc neyê ceza kirin. Di danişîna herî dawî ya Doza JÎTEM’ê ya Qolerê de, ev rastî derket holê. Di danişîna dawî de dadgehê hemû daxwazên me red kirin, nexwest me guhdar bike û hin caran jî bi me re ket nava nîqaşan. Ev jî nîşan dide ku dixwazin ser van dozan bigirin. Bi awayekê pir zelal bêhiqûqiyê dikin. Ev teqez nayê qebûl kirin.”    Kuzu, dest nîşan kir ku dixwazin ser dozê bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ligel vê yekê jî, ev kes dê cardin bên darizandin û ceza kirin. Rastî tu caran winda nabe. Bi ser dozan girtin tenê ne xelasiye. Bêguman malbat û aktîvîstên mafên mirovan dê têkoşîna  xwe berdewam bikin. Awayê dîtina cenazeyan û belgeyên fermî, didin diyar kirin ku ev kes bi destên dewletê hatin kuştin. Ji xwe her tişt li holê ye.”   MA / Ahmet Kanbal