Lêgerîna tazî li rojnamevana hat binçavkirin ferz kirin 2018-12-23 09:22:09 EDENE – Xebatkara Radyo Dunya ya bi KHK'ê hat girtin Mîne Kaynak, got di dema binçavkirinê de li Midûriyeta Polisan a Rihayê lêgerîna tazî li wê ferzkirine.  Xebatkara Radyo Dunya ya bi KHK'ê hat girtin Mîne Kaynak di 2'yê Kanûnê de li Rihayê hat binçavkirin. Kaynak, destnîşan kir ku dema ew binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Rihayê bi muameleyeke nebaş re rû bi rû maye. Kaynak serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê da.  Kaynak, diyar kir ku ji ber lêpirsîneke der barê wê de, di rê de hatiye rawestandin û di kontrola nasnameyê de hatiye binçavkirin û birine Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Kaynak, bilêv kir ku li Midûriyeta Polîsan lêgerîna tazî li wê ferzkirine, lê wê ev yek qebûl nekiriye û bi zorê kincên wê yên bin hatine derxistin.  Kaynak wiha got: "Min li ber xwe da lê bi zorê cilên min derxistin. Polîsa jin ji min re got 'Em baş nêzî te dibin. Qet nebe em bi destê tazî dest nadin te.' Min got ev yek derî hiqûqê ye, lê dîsa kirin û ez xistim nezaretxaneyê. Roja din min birin dadgehê û hatim berdan. Lêgerîna tazî pêkanîneke binpêkirina rûmetê ye."    SERÎ LI ÎHD'Ê DA    Kaynak, destnîşan kir ku ji ber vê binpêkirina mafan wê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê daye. Kaynak, diyar kir ku AKP hemû qadên jiyanê veguherandiye qada îşkenceyê û bi van pêkanînên derî mirovahiyê dixwazin vîna gel teslîm bigirin.    MA / Hamdullah Kesen