Ji bo danişîna rojnamevan Sayilgan bang li saziyên çapemeniyê kirin 2018-12-23 09:18:20 MÛŞ - Wê sibê danişîna 5'an a rojnamevan Îdrîs Sayilgan li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mûşê pêk bê. Parêzer Bariş Oflas û Berdevkê ÎRA'yê Hakki Boltan ji bo azadiya çapemeniyê bang li herkesî kirin ku xwedî li vê dozê derkevin.  Nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'Ê hat girtin Îdrîs Sayilgan ji ber nûçeyên çêkiriye û fealiyetên xwe yên rojnamevaniyê bi "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hat atwanbarkirin û hat girtin. Di îdianameya hatiye amadekirin de der barê Sayilganê 2 sal û 2 meh in di girtîgehê de ye 15 sal ceza tê xwestin. Wê danişîna 5'an a doza Sayilgan sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mûşê pêk bê. Beriya danişînê parêzerê Sayilgan Bariş Oflas û Berdevkê Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) Hakki Boltan ji bo azadiya çapemeniyê bang li herkesî kirin ku xwedî li vê dozê derkevin.    JI BO PIŞTEVANIYÊ BANGAWAZΠ   Parêzer Oflas got: "Heta niha hemû daxwazên ji bo berdana muwekîlê min bi heman hincetên klîşeyî hatin redkirin. Muwekîlê min ji ber şopandina nûçeyan hatiye girtin. Redkirina berdana wî nêzîkatiya îktîdarê ya li hemberî rojnamevanên muxalif ên kurd nîşan dide. Di warê azadiya çapemeniyê û rojnamevanên muxalif de tu hêviyeke me ya ji bo darizandineke adil ji Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê tune ye ku me ev yek berê di mînaka rojnamevan Seher Taşkinê de jî dît."    Oflas, serlêdana DMME'yê ya ji bo rojnamevan Sayilgan jî jî bi bîr xist û got: "Cara ewil e li DMME'yê dosyeya rojnamevanekî kurd ê muxalif esas hat girtin. Di vê çarçoveyê de ev dosye dosyeyeke girîgn e. Ne ji aliyê dadgeha herêmî, lê belê ji aliyê DMME'yê ve berdana Îdrîs nêz e. Em li benda saziyên çapemeniyê ne ku ji bo piştevaniyê bên eywana edliyeyê."    Berdevkê ÎRA'yê Boltan jî bal kişand ser dema girtina Sayilgan û destnîşan kir ku ev dem bi tena serê xwe pirsgirêk e. Boltan diyar kir ku dirêjkirina doza Sayilgan tesîreke neyînî li rojnamevanan dike û got: "Ev yek tenê ne di şexsê Îdrîs de wisa ye, bi giştî wisa ye. Hiqûq ji bo rojanmevanan veguheriye pêkanîneke şidet û çewisandinê. Her diçe ev zêdetir dibe. Di şexsê wî de tê xwestin rojnamevanan çavtirsandî bikin. Li Tirkiyeyê nayê xwestn rojnamevanî bê kirin."      Boltan, ji bo azadiya çapemeniyê bang li hemû saziyên çapemeniyê û gel kir ku xwedî li doza Sayilgan derkevin.    MA / Mujdat Can