ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2018'AN 2018-12-23 09:00:47 * Berastengê dîtinê Yûsûf Ak ê ji bi Oyku Arîn Yazici ya 3 sal û nîvî ku nexweşîna losemiyê lê peyda bûye, xwest li wesayîta Kizilayê xwînê bide, bi hinceta xizmekî wî li cem tune ye nikaribû bide. Ak, destnîşan kir ku ya lê hatiye kirin cihêkarî ye û divê Kizilay bi awayekî nivîskî lêborînê bixwaze.   * Wê sibê danişîna 5'an a rojnamevan Îdrîs Sayilgan li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mûşê pêk bê. Parêzer Bariş Oflas û Berdevkê ÎRA'yê Hakki Boltan ji bo azadiya çapemeniyê bang li herkesî kirin ku xwedî li vê dozê derkevin.    * Pîlotê berê Bahadir Altan, destnîşan kir ku ji dêvla biryara vekişînê ya DYA'yê wekî firsend bê dîtin, divê bi gelên li wir li dor piştevaniyê tevgerînek çêbibe û li ser yekpareyiya axa Sûriyeyê û peydakirina nêvengeke demokratîk bê fikirînd û got: "Ger wê fêdeya Tirkiyeyê li wir hebe, nexwe ji bo jiyaneke bi hev re ya gelên li wir divê nêvengeke demokratîk bê çêkirin û ji bilî çekan divê ev yek li ser maseyê bê kirin."    * Li Dersimê bi sedan sal e çanda kofiyan didome. Du wateyên kofiyan hene; yên bi reng remza xwezaya jina, yên reş jî li hemberî komkujiyan remza gazindê ye.    * Derhêner Kazim Oz, diyar kir ku her çend kêmasiyên sînemaya kurdî hebin jî, dîsa bi pêş dikeve. Oz, got wê azadiya gel sînemaya kurd jî azad bike.    * Welatiyên Avusturyayî Bîrgul Surer û keçêrn wê Dilara û Helin Surer ên eslê xwe ji Amedê ne, piştî di 15'ê Cotmehê de hatin binçavkirin û berdan, şandin Navenda Paşveşandinê û 2 mehin li wir dîl hatine girtin.    * Li Îdirê esnafên Bazara Rûsê jî ji ber krîza aborî bi gazind in. Ji ber zêdebûna dolar û her wiha ji ber di deriyê gumrukê de serê amûrekê 6-7 lîre ji turîstan tê stendin rewşa karê esnafên bazarê xirab bûye.    * Xebatkara Radyo Dunya ya bi KHK'ê hat girtin Mîne Kaynak, got di dema binçavkirinê de li Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin.    * Navenda Lêkolîna Cîvakî ya Dîcle (DÎTAM), dê di çarçoveya tora aştiya civakî pêşxistin de, li Otela Demîr Komxebata Herêmî ya Amedê ya bi sernavê "Di pêvajoyên aştiya civakî de rolên STO'yan" li dar bixe. (10.00)   * Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Aslan, dê li Sûltanbayeli beşdarî 1'emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe bibe. (11.00)    * Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Aydinê, dê bi beşdarbûna Hevserokê HDP'ê yê Giştî Sezaî Temellî li salona dawetê ya Ovaeymîr a navçeya Efeler 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe.(13.00)   * Platforma Jinan a Dîcle Amed, dê bi şîara "Jin Bi hevre Bi hêzin" li Şaxa Hejmara 2'yan a Egîtîm Sena Amedê di taştê de bên gel hev. (10.00)    *Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Gunay Kûbilay ê berpirsê Polîtîkayên Ked, Aborî, Çandinî û Civakî yê HDP'ê dê li navenda giştî ya partiya xwe, derbarê hevdîtinên butçe û rewşa aborî ya giştî de civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)